Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist

Bi dirûşma "Ji bo garantiya mafên êzidiyan li Sûriyê û yekitiya me hêza me ye", Yekitiya Êzidiyan ya Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li Almanyayê li dar xist û desteya rêveber hilbijart.

Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist
Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist
Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist
3 sibat, 2020   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Hildesheim a wîlayeta Hanover a Almanyayê kongreya yekemîn a Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê li dar ket. Di kongreyê de gelek şande ji rêxistinên wekî KNK, Hevbendiya Partiyên Kurd li Sûriyê, nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Berlînê amade bûn. Her wiha gelek nameyên pîrozbahiyê ji kongreyê re hatin, jê jî nameyên MSD û TEV-DEM’ê.

Di nameyan de xwedîderketina li mafên êzidiyan yên rewa li Sûriyê mîna itîrafa destûrî bi hebûn, ol, azadiya pêkanîna erkên olî, rêzgirtina taybetmendiyên wan, mafên vegerê li gund û warên wan hate destnîşankirin.

Bi rêya telefonê hunermend Ciwan Haco jî beşdarî kongreyê bû û diyar kir ku divê pêkhateya êzidî bi xwe serbilind be, ji ber ku bingeha berdewama çanda kurdî ya roja îroyîn e.

Komîteya amadekar, hunermendê Ermen Îbrahîm Keîvo yê bi koka xwe êzidî ye, der barê danasîna cîhanê bi çand, muzîk, sloganên olî yên êzîdî de xelat kir û her wiha bi sîfeta endametiya birûmet a yekitiyê hat pîrozkirin.

Îbrahîm Keîvo li ser têkiliya xwe wek ermenî bi êzidiyan re axivî û piştrast kir ku her du gel aşîtxwaz in û di hovanetirîn sûcên qirkirina dîrokî re li ser destê Osmaniyan derbas bûn.

Di kongreyê de Desteya Rêveberiyê ya yekitiyê bi zêdetirî 11 rêxistin û saziyên êzidiyan ên li Sûriyê û derve hatin hilbijartin.

Dê yekitî civînên xwe di demeke pêş de li Sûriyê jî li dar bixe.

(fr)

ANHA