Li ser zimanê şahidekî binpêkirinên li Efrînê têne kirin

Binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên kantona Efrînê ya dagirkirî didomin. Ji ber van binpêkirinan bi hezaran şênî neçar man ku ber bi kantona Şehbayê ve koçber bibin.

Li ser zimanê şahidekî binpêkirinên li Efrînê têne kirin
3 sibat, 2020   07:50
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Malbateke efrînî piştî du salan di bin zulma dagirkeriyê de man, her tiştên xwe li dû xwe hişt û xwe li kantona Şehbayê girt.

DIZÎ Û TALANKIRIN BERDEWAM E

Welatiyê bi navê Hesen Ebdo Bîlal ji navçeya Raco ya kantona Efrînê ye. Hesen ê hevjîn û pitikek wî heye, destpêka dagirkirina Efrînê nedikarî ji navçeyê derkeve. Şahidiya binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kir.

Bîlal diyar kir ku wî şahidê kêliyên destpêkê yên dagirkirina Efrînê kir û got: “Dagirkeran destpêkê deriyên dukanan şikenandin û  tiştê tê de dizîn, her wiha girtin ser mala wî û her tiştên tê de talan kirin.

MÎT A TIRK EW NEÇAR KIRIN KU ÎTRÎFA BIKE

Hesen di nava du salan de li Efrînê ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê û çeteyên wê ve bi hinceta ku têkiliyên wî bi YPG‘ê re hene, hate girtin.

Bîlal got: "Ji bo ku min bitirsînin û min neçar bikin fîdyeyê bidim wan ez girtim. Ez 3 mehan di girtîgeha navendî de mam. Her cure îşkence l imin kirin. Digotin li xwe mikur were ku te endam û çeteyên artêşa Tirk kuştin e. Wisa dikirin ku ez fîdyeyê bidim.”

Hesen Bîlal beriya ku ji Efrînê derkeve bi çend mehan careke din ji aliyê çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" ve bi hinceta ku danûstandinên wî bi YPG‘ê re hene hate girtin û ew birin girtîgeha Maratê ya navendî.

Hesen rojên tarî ku li Efrîna dagirkirî  derbas kirine, alozî, teqîn, kuştin, revandin û talankirina milkên sivîlan vedibêje.

Bîlan got: "Malbatên çeteyan ên ji Xotayê şêniyên Efrînê neçar dikin ku malên xwe terik bikin û kirinên ne exlaqî belav dikin. Bikaranîna madeyên hişbirê eşkere belav bûye. Rewşa jiyanî ya şêniyan nebaş e, buha bilind bûye û sotemenî kêm e."

Hesen anî ziman ku tu kes nikara pêwîstiyên xwe yên rojane û derbara malbata xwe bi cih bîne ji ber ku çeteyan şêniyan asteng dike û dukandaran neçar dikin ku tev lî karên wan bibin. "

Bîlal bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku destwerdanê bikin û sînorekî ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re deynîn û hesab ji wan bixwaze.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z_EzG4vpBUA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>