Serdema yekemîn a sala  xwendinê li herêmên Cizîr û Firatê bi dawî bû

Piştî ku 230 hezar û 489 xwendekarên herêmên Cizîrê û  97 hezar û 266 xwendekarên herêma Firatê ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketin ezmûnan, serdema yekemîn a sala xwendinê bi dawî bû.

Serdema yekemîn a sala  xwendinê li herêmên Cizîr û Firatê bi dawî bû
Serdema yekemîn a sala  xwendinê li herêmên Cizîr û Firatê bi dawî bû
Serdema yekemîn a sala  xwendinê li herêmên Cizîr û Firatê bi dawî bû
30 ÇILE, 2020   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro xwendekarên herêmên Cizîr û Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ezmûnên serdema (werz) yekemîn a sala xwendinê ya 2019/2020’an bi dawî kirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

230 hezar û 489 xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadehî li hezar û 762 dibistanan di ezmûnan re derbas bûn. Di nava wan de 105 hezar û 635 xwendekar li kantona Qamişlo û 124 hezar û 854 xwendekar li kantona Hesekê.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de, heta 15 rojan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde hat rawestandin. Her wiha ji ber dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê, 150 dibistanên bajêr ku tê de 17 hezar û 526 xwendekaran perwerde didît, hatin girtin û 120 dibistanên navçeya Til Temirê ku 7 hezar û 633 xwendekar tê de perwerde dibûn, her wiha 114 dibistanên Dirbêsiyê ku 9 hezar û 807 xwendekar tê de bûn û 81 dibistanên navçeya Zirganê ku 842 xwendekaran tê de perwerde didît, ji xizmetê derketin.

Dagirkeriya dewleta Tirk 20 dibistanên Serêkaniyê û dibistaneke Dêrikê rûxandin.

Da ku xwendekarên koçber ên herêmên dagirkirî ji xwendinê mehrûm nebin, Desteya Xwendin û Perwerdeyê li herêma Cizîrê li kampên koçberan dibistan vekirin. Cîgira Desteya Xwendin û Perwerdeyê Ferîde Ibrahîm wiha got: "Da ku xwendekar ji perwerdeyê mehrûm nemînin, li Kampa Waşokanî dibistan hatin vekirin û tê de xwendekar li ser 3 beşan perwerdeya xwe dibînin."

HERÊMA FIRATÊ

Li bajarê Kobanê û gundewarên wê, navçeya Sirîn û Eyn Îsa yên herêma Firatê 97 hezar û 266 xwendekaran ezmûnên xwe bi  dawî kirin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Girê Spî ku girêdayî herêma Firatê ye, li 281 dibistanan perwerde sekinî. Bi giştî 391 dibistanên kantona Girê Spî ya dagirkirî û dibistanên li  ser xeta sînor ji Eyn Îsayê heta Kobanê, ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêmê ji xizmetê derketin. Hinek ji  wan  dibistanan hatin rûxandin û yên din jî zirar gihîştinê.

Niha li Kobanê, Sirînê û Eyn Îsayê ku dikevin nav sînorê herêma Firatê, li 574 dibistanan 4 hezar û 19 mamoste perwerdeyê didin xwendekaran.

Dihat payîn ku xwendekarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 16`ê Çileyê de dest bi ezmûnên xwe bikin. Lê belê êrişên dewleta Tirk a dagirker bandoreke zêde li perwerdeyê kir. Da ku  xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Xwendin û Perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê di 19`ê Çileyê de serdema xwendinê ya yekemîn heta 30`ê Çileyê dirêj kir.

Tê payîn ku serdema duyemîn a sala xwendinê ya 2019 /2020’an di 9`ê Sibatê de dest pê bike.

(cx)

ANHA