Êrişên bênavber ên dagirkeriyê hejmara koçberên li Waşokaniyê zêde dike

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bênavber de, hejmara koçberên li kampa Waşokanî gihîşt 7 hezar û 400’î û rêveberiya kampê piştrast kir tu rêxistinên navneteweyî li kampê naxebitin.

Êrişên bênavber ên dagirkeriyê hejmara koçberên li Waşokaniyê zêde dike
Êrişên bênavber ên dagirkeriyê hejmara koçberên li Waşokaniyê zêde dike
Êrişên bênavber ên dagirkeriyê hejmara koçberên li Waşokaniyê zêde dike
Êrişên bênavber ên dagirkeriyê hejmara koçberên li Waşokaniyê zêde dike
29 ÇILE, 2020   13:02
HESEKÊ

Bi sedema êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên bi ser sînor ve, bi hezaran sivîl ji herêmên xwe neçarî koçberiyê bûn. Ji ber wê Rêveberiya Xweser zêdetirî 64 navend li bajarê Hesekê diyar kirin ku koçberan lê bi cih bike, li aliyekî din jî kampa Waşokanî ya 12 km li rojavayê navenda bajêr, ava kir.

Tevî rewşên dijwar di demsala zivistanê de û kêmbûna konan, lê hejmara koçberan rojane zêde dibe û gihîşt 7 hezar û 400’î.

Rêvebera kampa Waşokanî Selwa Salih diyar kir ku hejmara koçberên bi zorê ji herêmên Serêkaniyê û gundên xwe koçber bûne, her tim zêde dibe û wiha domand: "Hejmara koçberan gihîşt hezar û 300 malbatî ku ji 7 hezar û 400 koçbaran pêk tê, her wiha li konên pêşwazîkirinê jî 160 malbat hene."

Selwa Sahil wiha pê de çû: "Desteya enerjiyê dest bi xebatê kir û hewl dide tevahî kampê ronî bike, her wiha dibistanên nû tên avakirin da ku hejmara zarokan a zêde pêşwaz bike."

Selwa Salih diyar kir ku heta niha tu rêxistinên navneteweyî yên mirovî derbasî kampa Waşokanî nebûne û bang kir ku dest di rewşa koçberên li kampê werdin.

(fr)

ANHA