​​​​​​​‘Sedema dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî veto ya Tirkiyê ye‘

Îlham Ehmed got, cîhan hemû bûye esîrê biryar û vetoya Tirkiyê û diyar kir ku sedema dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî veto ya Tirkiyê ye.

26 ÇILE, 2020   15:27
QAMIŞLO

Navenda Aso ya Lêkolînên Stratejîk bi dirûşmeya "Bihêzkirina rêbazê demokrasiya hevpar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" li hola Beylesan a li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo kongreyek li dar xist. Kongre bi armanca nîqaşkirina prosesa destûra bingehîn a Sûriyê û sedema dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê hat lidarxistin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehemd, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif, hejmarek akademiyen, parêzer, rewşenbîr, kesayetên serbixwe, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, yên kurdî, erebî û suryan beşdarî kongrê bûn. Tevî vexwendname ji partiyên ENKS‘ê re hatibû şandin lê tev li civînê nebûn.

Kongrê bi avakirina dîwanê ji 5 kesan destpê kir. Endamên dîwanê ev in "Seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehemd,  hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif, li ser navê pêkhateyê Êzidî Faris Şemo, kesayetê seribxwe Mûsa Hena û qanûnnas Dilşad Eyo."

Di destpêka kongreyê de beşdaran, nebeşdarbûna nûnerên ENKS‘ê rexne kirin. Piştre mijdarên girêdayî daxwaz û hêviyên pêkhateyên Sûriyê ji prosesa destûrê ya ku di demên dawî de li Cinêvê hate avakirin çi ne û çima nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî hatin dûrxistin? Ji endamên dîwanê hatin pisîn.

Îlham Ehemd li ser van pirsan got, "Prosesa diyalogan dema ku li welatê destpêk bike mîna Sûriyê ya ku bi pirrengiya çandî, mezhebî û netewî tê naskirin, divê ev pirrengî di ber çavan re were derbaskirin û komîteya destûrî divê li gorî pirrengiya civaka Sûriyê were avakirin."

Îlham Ehemd destnîşan kir ku komîteya destûrî dema hat avakirin ajnîde û mudaxeleyên derve di prosesa siyasî ya Sûriyê de bi awayekî raste rast hebû û got: "Tevî li Neteweyên Yekûbyî çavdêrê sereke yê birayara avakirina komîteyê ye lê komîte ti encam bidest nexist. Sedema dûrxistina nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî veto ya Tirkiyê ye."

Îlham Ehmed anî ziman ku dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê an ku nûnerên derdora 5 milyon sûrî ji komîteye destûrî şaştiyeke mezin ku Neteweyên Yekbûyî kiriye ji ber ku berpirsê avakirina komîteyê ye û got: "Dûrxitina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên veto ya Tirkiyê ye, tevahî cîhanê bûye dîlê biryarên Tirkiyê."

Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman, diyar kirin ku destûra ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî danîna wê neyên kirin ne rewa ye, ji ber nûnertiya Sûriyê û hêviyên gelê wê nake. Beşdaran her wiha gotin destûra Sûriyê nabe were amdekirin di demekê de ku Tirkiyê beşek ji xaka Sûriyê dagir kiriye.

Di dawiyê de komîteyek ji 9 kesan hate avakirin daku encamnameya vê kongreyê deyne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qpwfu-dfv0c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>