Netanyahu: Hefteya bê ji bo Israîlê "dîrokî" ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump wê di vê hefetyê de peymana sedsalê ragihîne. Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu jî ev hefte ji bo Israîlê wek “dîrokî” binav kir. Li aliyekî din artêşa Israîlê ji bo tevlîhevbûna rewşa ewlekariyê piştî ragihandina peymanê li Difa El-Xerbiyê, hate amadekirin.

Netanyahu: Hefteya bê ji bo Israîlê "dîrokî" ye
26 ÇILE, 2020   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Netanyahu di rûniştina hikumeta xwe de wiha got: "Dê ev hefte dîrokî be. Serokê Amerîkayê û hevlê rasteqîn ê Israîlê dê plana xwe ji bo aşîtiyê "peymana sedsalê" vê hefteyê, pêşkêş bike."

Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pens pêncşema borî wiha gotibû: "Koşka Spî plana dike ku hefteya bê plana aşîtiyê li Rojhilata Navîn "Peymana Sedsalê", ragihîne."

Nûçegihanê me da zanîn ku komên Fîlestînê û hikumeta Fîlestînê bi daxuyaniyên cûda redkirina peymana sedsalê nû kirin û bi "binpêkirinên hemî qanûnên navdewletî û piştgiriya eşkere ya Amerîka ji Israîlê re" bi nav kir.

Di heman mijarê de, radiyoya artêşa Israîlê ragihand ku ji ber tirsa tevlîhevbûna rewşa ewlekariyê piştî ragihandin peymana sedsalê, li hemî barageh û nuqteyên artêşê li Difa El-Xerbiyê amadekarî hene.

Radiyoyê bibîr xist ku agahiyên istixbaratî yên ihtîmala pêkhatina êrişên Fîlestînî û li darxistina xwepêşandanên girseyî li dijî peymana sedsalê, hene.

(şx)

ANHA