‛Dewleta Tirk tecrîdê girantir dike da ku şerê li herêmê bidomîne’

Siyasetmedar û hiqûqnasan anî ziman ku tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, binpêkirina derexlaqî ye û bal kişand ser ku dewleta Tirk tecrîdê didomîne, ji ber ku bidawîkirina nakokî û tevliheviya li herêmê red dike û her wiha piştrast kir ku di têkoşîna li hember redkirina tecrîda li ser Ocalan de berdewam in.

‛Dewleta Tirk tecrîdê girantir dike da ku şerê li herêmê bidomîne’
24 ÇILE, 2020   08:24
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji 15’ê Sibata 1999’an ve û bi komploya navdewletî, dewleta Tirk tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye. Tevî hevdîtinên kêm ên parêzer û malbatan bi Ocalan re, lê dîsa jî dewleta Tirk siyaseta ferzkirina tecrîdê li ser Ocalan berdewam dike.

Gel û siyasetmedar diyar dikin ku hedefa sereke ji tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina gel e ku li ser şopa fikrên Ocalan dimeşe.

Têkildarî mijarê, hiqûqnas Israfîl Mistefa wiha got: "Dewleta Tirk bi rêya van kiryaran, mîsaqên navdewletî, mafên mirovan, azadiya takekesî binpê dike û çewisandina azadiyan disepîne."

Israfîl wiha domand: "Girtina rêber Abdullah Ocalan û xistina di girtîgeha Îmraliyê de, bi kêrî kesayetên siyasetmedar nayê, ev rêbaz jî zihniyet û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker eşkere dike."

‛TECRÎD BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVDEWLETÎ YE’

Hiqûqnas bal kişand ser tecrîdê ku ne tenê kesayeta Ocalan hedef digire û wiha got: "Tecrîd bi hewldana çewisandin, tecrîdkirina fikra demokratî ya ku dikeve xizmeta mirovahiyê ye û redkirina desthilatên dewleta Tirk a hevdîtina parêzeran a Ocalan, binpêkirina qanûnên navdewletî ye."

Israfîl Mistefa wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker, dewleteke hov e û qanûnên navdewletî binpê dike. Dewleta Tirk li gorî biryarên navdewletî tev nagere, nimûneya vê jî, biryara ku ji Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an a bi naveroka rawestandina êrişên li dijî Sûriyê û destpêkirina diyaloga siyasî ye. Lê di 20’ê Çileya 2018’an de êrişeke leşkerî li dijî xaka Sûriyê pêk anî û kantona Efrînê dagir kir, ev jî bi xwe binpêkirina biryarên navdewletî ye. Li aliyekî din jî di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişeke din pêk anî û parçeyên dîtir ji xaka Sûriyê dagir kirin."

Çalakvanê hiqûqnas Israfîl Mistefa bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û pîşeyî têkildarî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, rabin û keda ji pêkanîna edaletê bidin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Suleman Cafer jî diyar kir ku hedefa tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ji 21 salan ve, hewldana têkbirina doza Kurd û bidawîkirina projeya neteweya demokratîk e.

‛TECRÎDA LI DIJÎ RÊBERTÎ BI BIN KET’

Cafer wiha got: "Rêbaza girtin û tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan ji hêla dewleta Tirk û hêzên hegemon ên li cîhanê ve, rêbazeke derexalqî û dermirovî ye, hedefa wê jî tecrîdkirina Ocalan ji civakê ye. Lê belê ev komplo bi bin ket. Ji ber ku li ser erdê fikra rêber Ocalan û têgeha neteweya demokratîk di civakê de ku xizmeta mirovahiyê dike, belav bûye."

Suleyman Cafer îşaret bi daxuyanî û nameyên rêber Ocalan ên dawîn kir ku û wiha da zanîn: "Komploya navdewletî hê jî berdewam e. Ocalan bi rêya fikr û daxuyaniyên xwe banga çareserkirina aloziya li dewletên Rojhilata Navîn û herêmê kir. Lê belê dewletên hegemon û rejîmên destpot, di serî de dewleta Tirk ku ji bo garantiya berjewendiyên xwe li ser hesabê şêniyên herêmê, bidawîkriina nakokî, tevlihevî û şerê li herêmê, red kir û bi wê re jî tecrîda li dijî rêber Ocalan ku dikare çareyan ji van nakokiyan re bibîne, girantir kir."

Cafer bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya rêber Ocalan tevî hewldanên dewleta Tirk ên qutkirinê civak û wî û wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker çi qas cezayên ferz bike û tecrîdê li dijî rêber Ocalan girantir bike, moral û israra me naşikîne. Ji ber vîna me ji wê bihêztir e û têkoşîna me heta rizgarkirina rêber Ocalan û tevahî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, berdewam e."

(fr)

ANHA