Xerîb Hiso: Koalîsyona Navdewletî berpirsê êrişên li ser Şengalê ye

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso got: “Koalîsyona Navdewletî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û hikumeta Iraqê berpirsên êrişên artêşa Tirk ên li ser bajarê Şengalê ne.”

Xerîb Hiso: Koalîsyona Navdewletî berpirsê êrişên li ser Şengalê ye
23 ÇILE, 2020   05:35
ŞEHBA-CAFER CAFO

Dema bajarê Şengalê ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, artêşa Tirk qet êriş nedikir. Lê ji dema hatiye rizgarkirin her dibe hedefa artêşa Tirk. DAIŞ`ê Tebaxa 2014`an êrişî bajarê Şengalê kirin, bi hezaran sivîl qetilkirin, bi hezaran jinên êzidî revandin û perestgehên êzidiyan hilweşandin.

Lê şervan, Yekîneyên Berxwedana Şengalê, Yekîneyên Jin di 13’ê Mijdara 2015`an bajar ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Bajarê Şengalê dikeve rojavayê parêzgeha Nînowa ya bakurê Iraqê û ji dema hatiye rizgarkirin dibe cihê hedefgirtina balafirên Tirkiyê û Koalîsyona Navdewletî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê parastina asmanê Iraqê dike.

‘ÊRIŞÊN TIRKIYÊ TOLHILDANA TÊKÇÛNA DAIŞ`Ê NE’

Beriya heftiyekê artêşa Tirk bi balafiran êrişî gundê Dugirê yê Şengalê kir û di encamê de 4 şervanên Yekîneyên Parastina Berxwedana Şengalê şehîd bûn.

Têkildarî hedefgirtina domdar a Şengalê hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û got: “Di nava gelê Iraqê de civaka êzidî navdar in û destûra Iraqê îtîrafê bi gelê êzidî dike. Lê dewleta Tirk di sala 2014`an de  piştevanê sereke yê DAIŞ`ê bû. Li Şengalê gelê êzidî bi fermanan re rû bi rû ne. Nexasim êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmê. Li gel ku artêşa Tirk piştevanê sereke yê DAIŞ`ê bû û ticarî ji bo çeteyan ji herêmê derbixe, şer nekir. Gelê êzidî xwe birêxistin kir, hêza xwe ava kir û bi vîna xwe Şengalê rizgar kir. Ji ber çeteyên DAIŞ`ê bi saya hêza gelê êzidî li Şengalê têkçûnên, dewleta Tirk domdar êrişî herêma Şengalê dike û bi vê yekê tola çeteyan radike.”

HISO BÊDENGIYA HIKUMETA IRAQÊ REXNE KIR

Xerîb Hiso bêdengiya hikumeta Iraqê beramberî êrişên artêşa Tirk rexne kir û wiha anî ziman: “Gelên Iraqê bi welat, hikumet, wezaret û artêşa xwe serbilind in. Wê demê çawa dewleta Tirk serweriya vî welatî derbas dike? Ev tê wateya siyaseteke plankirî heye. Artêşa Tirk îşaret ji hikumeta Iraqê dîtiye ku êriş dike û careke din li dijî Şengalê komkujiyan pêk tîne.”

‘KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ BERPIRSA ÊRIŞÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ YE’

Xerîb Hiso Koalîsyona Navdewletî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê berpirsa êrişên li dijî Şengalê dibîne û wiha nirxand: “Qaşo Koalîsyona Navdewletî parastina asmanê herêmê ji balafirên keşfê dike.”

‘ÊZIDÎ DI TÊKOŞÎNA XWE DE BI ISRAR IN’

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso bal kişand ser berxwedana êzidiyan û wiha got: “Artêşa Tirk nikare vîna gelê êzidî bişkîne. Ji ber gelê êzidî bi ola xwe ve girêdayî ne û ji bo jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin têkoşîna xwe didomînin.”

Hiso bang li civaka êzidî kir û got, çi dibe bila bibe divê gelê êzidî asta têkoşîna xwe bilind bikin.

‘TIRKIYÊ HEWL DIDE DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHER E’

Hiso got: “Dewleta Tirk hewldana guhartina demografiya herêmê dike. Tirkiye gelê êzidî û hêzên parastina Şengalê dike armanc. Hewldana koçberkirina gel dike da ku malbatên çeteyan bi cih bike. Ev yek bandorê li xaka Rojava, Başûr û Rojhilata Navîn pêk ve dike.”

(eh)

ANHA