5 malbatên ji Idlibê ji ber şer revîn û gihîştin Minbicê

5 malbat ji Idlibê ji ber şerê li bajêr ê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên girêdayî artêşa dewleta Tirk a dagirker de, revîn û gihîştin bajarê Minbicê.

5 malbatên ji Idlibê ji ber şer revîn û gihîştin Minbicê
17 ÇILE, 2020   11:23
MINBIC

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan li bajarên ku dagir kirine, nexasim bajarê Idlibê, gelek binpêkirinan pêk tînin. Bi wê re jî sivîl neçar dibin ku koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin ku bûne cihên ewle.

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye ku şêniyên ji ber şerê li parêzgeha Idlibê de koçber dibin, pêşwaz bike.

Têkildarî wê, bi alîkariya Lîwa Siwar Idlib 5 malbatên idlibî berê xwe da bajarê Minbicê. Nûçegihana me bi malbateke koçber re hevpeyvîn çêkir.

Koçbera bi navê F.M. wiha got: "Bi alîkariya Lîwa Siwar a Idlibê ya girêdayî Cebheta El-Ekrad a di bin ala QSD’ê de, bi taybet piştî daxuyaniya fermandarê giştî Mezlûm Ebdî ku deriyê me ji koçberên bajarê Idlibê re ya ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vekiriye, em gihîştin bajarê Minbicê."

F.M. wiha lê zêde kir: "Sivîl di rewşeke bitirs de di bin bombebarana rejîma Sûriyê û desthilata çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker de jiyan dikin. Her wiha sivîlên li wir di rewşeke terajedî de di bin zilma komên çete de ji dizîn, talankirin û revandina jinan de dijîn."

Koçber F.M. spasiya QSD’ê û Lîwa Siwar a Idlibê kir ku alîkariya wan a rizgarkirina ji zilmê kiriye.

Koçbera bi navê E.M. a ji gundê Cozêf ê Idlibê wiha got: "Em bi zorê ji bajarê xwe derketin, ji ber ku rejîma Sûriyê bombebaran dike û çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker binpêkirinan pêk tîne. Em bi cilên xwe derketin, me nikarî pêdiviyên xwe bianiyana, rewşa li wir pir biêşe."

E.M. wiha anî ziman: "Şênî bi şevê nikarin ji malên xwe derkevin, ji ber çarenûsa wan dê revandin an jî kuştin be."

E.M. diyar kir ku ew di rê de di gelek astengiyan re bi sedema bendên kontrolê yên çeteyan derbas bûn û dema gihiştin Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşwaziya wan kir.

Di dawiyê de koçbera bi navê E.M. bang li şêniyên Idlibê yên ku di zilm û bombebaranan re derbas dibin, kir ku berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûne cihê ewle ji tevahî etnîk û sûriyan re.

(fr)