Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
17 ÇILE, 2020   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li serdozgeriya komarê da.

Malbat ji 12'ê Tebaxê ve serlêdanê dikin, lê belê serlêdanên wan tên redkirin.