HRE’yê: 3 çete hatin kuştin û erebeyek hat ruxandin

HRE’yê li Efrînê di encama çalakiyên ku li dar xistine de 3 çete kuştin û erebeyeke leşkerî rûxand.

HRE’yê: 3 çete hatin kuştin û erebeyek hat ruxandin
17 ÇILE, 2020   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe de weşand.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

"Hêzên me li herêma Efrîn û herêmên li derdora wê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 13- 15’ê Çileyê de çalakiyên bibandor li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me, di roja 13’yê Çileyê de li derdora gundê Kil Cibrîn yê bi ser herêma Ezazê ve li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

di roja 15’ê Çileyê de li derdora gundê Vîla Qadî ya bi ser navçeya Şera ve, piştî şopandina komên çete yên dagirker, yekîneyên me çalakiyek bibandor li dijî seyareyekî ku çete tê de ne li dar xist. Di encamê de erebe hat rûxandin, 2 çeteyên ku tê de, hatin kuştin.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarxa yên bi ser navçeya Şera bi obus û hawanan bidijwarî topbaran kirin. Di heman demê de tevgera balafirên keşfê yên artêşa dagirker li ser herêmê didome.