Artêşa Amerîkayê bîlançoya êrişên Îranê ragihand

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîka Bill Urban got "Tu leşkerên Amerîkayê di êrişa Îranê ya 8`ê Çileyê ya li dijî baregeha Eyn Esed de nehatin kuştin, lê ji ber teqînê di mêjiyê gelek leşkeran de xisar çêbû."

Artêşa Amerîkayê bîlançoya êrişên Îranê ragihand
17 ÇILE, 2020   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan destnîşan kir ku 8 moşekên Îranê li baregeha li parêzgeha El-Enbar a li rojavayê Iraqê ketibûn ku hêzên Amerîkayê lê dimînin.

Daxuyaniyên artêşa Amerîka yên nû ne li gorî çavkaniyên Amerîkî yên berê ne ku artêşa Amerîkayê diyar kir ku leşkerên Amerîkayê nehatin kuştin û birîndar bûn.

Îranê bi moşekan êrişî baregeha Eyn Esed kiribû, her wiha êrişî baregeheke din a li Hewlêrê kir ku hêzên Amerîkayê lê bûn. Bi wê yekê Îranê bersiva kuştina Qasim Suleymanî da ku di êrişa Amerîkayê de hate kuştin.

Çavkaniyên leşkerî yên Amerîkayê ji malpera ‘Defense One’ ku nûçeyên artêşa Amerîkayê belav dike, wiha got: “Leşkerên birîndar li Kuwêt û Almanyayê tên dermankirin.”              

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ev tişt belav kir: "Her tişt li gorî tê xwestin, dimeşe."

(jo)