Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
14 ÇILE, 2020   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve ji bo hevdîtinê tu bersivê nadin serlêdanên parêzeran.