Hefter, banga Rûsya û Tirkiyê red kir

Fermandariya Giştî ya "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiyên wan ên ber bi Terablusê ve berdewam û navbeykariya Rûsyayê ya ji bo pêkanîna aştiyê li Lîbyayê qebûl kir.

Hefter, banga Rûsya û Tirkiyê red kir
9 ÇILE, 2020   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" Ehmed El-Mismarî daxuyaniyek da ragihand ku fermandariya giştî banga serokê Rûsya Vlademir Putin a ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Lîbyayê pêşwazî dike.

El-Mismarî diyar kir ku hêzên çekdar ên Lîbayayê di şerê xwe yê li diîj komên terorîst berdewam e û got: "Wan komanan dest danîn ser paytexta Lîbya Terablusê û desteka leşkerî, çebilxane û çekên cûda, her wiha balafirên bê mirov ji hin dewlet û hikûman digirin."

Ehmed El-Mismarî got: "Dewlet û hikûmetên ku destekê didin komên terorîst li Terablusê hejmarek mezin a terorîstên ji tevahî cîhanê dişînin da ku li dijî hêzên çekdar û gelê Lîbyayê şer bikin."

Serokê Rûsya Vladimer Putin û Serokê Tirkiyê banga agirbestê ji êvara roja yekşemê ve li aliyên Lîbyayê kiribûn.