Parêzer Yasir Ebdî di mala xwe de kuştî hate dîtin

Hêzên Hewarî û Têkoşîna li dijî Sûcan a bajarê Hesekê parêzer Yasir Ebdê di mala wî de kuştî dît.

Parêzer Yasir Ebdî di mala xwe de kuştî hate dîtin
9 ÇILE, 2020   10:21
HESEKÊ

Parêzer Yasir Ebdî li taxa Merşo ya bajarê Hesekê dijiya. Hêzên Hewarî û Têkoşîna li dijî Sûcan îro ew kuştî di mala wî de dît. Parêzer bi guleyê di mala xwe de hatiye kuştin.

Xizmên parêzer agahî dan hêzên ewlekariyê ku bêhneke xirab ji mala wî tê û du rojan parêzer winda bû, ji ber wê guman bi wan re çêbû.

Li gorî çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku hêzên Hewarî û Tîmên Ambulans û Awarte her wiha hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan berê xwe da cihê bûyerê.

Çapemeniya hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de wiha da zanîn: “Welatî Yasir Ebdî gule berdane çavê wî yê rastê, di serê wî de maye û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.”

Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundrîn diyar kir ku kesên parêzer kuştine, erebeya wî jî dizîne.

Cenazeyê Yasir Ebdî şandin nexweşxaneya gel da ku ji aliyê bijîşkê şerî (tiba edlî) ve were lêkolînkirin. Lêkolîna der barê bûyerê de didome.

(bx)

ANHA