Li Reqayê 2 bazirganên pereyên sexte hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Reqayê 2 kesên ku dolarên sexte bi kar dianîn, girtin. Her wiha bi wan re 29 hezar û 400 dolarên sextet jî hatin dîtin.

Li Reqayê 2 bazirganên pereyên sexte hatin girtin
9 ÇILE, 2020   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Buroya Sûcên Birêxistinkirî ya Reqayê duh 2 kesên ku dolarên sexte bi kar dianîn, girtin.

Her du kesên hatine girtin, pereyên sexte di sûkan de bi kar dianîn. Piştî ku gilî der barê wan de hat kirin û agahî li ser wan hatin komkirin, hatin girtin.

Ji rêveberên Buroya Sûcên Birêxistinkirî diyar kir ku bi her du kesan re 29 hezar û 400 dolarên sexte hebû û li gorî zagonan ji serdozgeriya giştî re hatin şandin.

Tê zanîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2019`an de gelek kes ji ber sextekirina pereyan girtin û der barê wan de tedbîrên pêwîst girtin.

(bx)

ANHA