Mihdî, ji bo beşdarî berxwedanê bibe ji Ewropayê berê xwe da Rojava

Berovajî bi hezaran ciwanên ku ji tirsa şer û aloziya aborî welatê xwe terik kirin û berî dane Ewopayê, ciwanê Kurd Mihdî Mihyedîn ji wan welatan vegeriya û tev li şoreş û berxwedana  li dijî dagirkeriya Tirk dibe.

Mihdî, ji bo beşdarî berxwedanê bibe ji Ewropayê berê xwe da Rojava
9 ÇILE, 2020   06:15
KOBANÊ –ZANA SEYDÎ

Di salên dawî de ji ber aloziya li Sûriyê û Iraqê bi hezaran ciwan Kurd xwe dane xeteriya têlên di navbera sînoran de. Berê xwe dane deryayan û bazirganên laşên mirovan da ku xwe bighînin welatên derve. Ji bilî berêxwedane li ber xeteriyê rêjeyek mezin a pere li ser vê yekê dan da ku xeyalên xwe yên welatên derve bi cih bînin.

Li gel ciwanê Kurd ê bi navê Mihdî Mihyedîn nêrînek ji vê cûda hebû. Mihdî zêdeyî 19 salan li paytexta Brîtanya Londonê ma, li gorî wê reva ji nakoliyên li Kurdistanê têrê dike ku rê li ber dagirkirina welatên derve vedike. Mihdî dibîne ku ev ne çareserî ye, divê  ev herêm were parastin û bi hemû rêbazan berxwedanî were meşandin.

Li ser vê yekê Mihdî û 83 ciwanên din ên berê xwe dabûn welatên derve û Başûrê Kurdistanê bi destpêka êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku 9‘ê Cotmeha borî destpê kiribû vedigere welatê xwe da ku beşdarî Berxwedana Rûmetê bibin.

Mihdî yê 40 salî ji bo piştgiriya doza gelê xwe û naskirina doza Kurd li Brîtanyayê beşdarî çalakî û xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk bûn. Piştî du salan li Londonê biryar dide ku vegere Rojava û beşdarî berxwedana li djiî dagirkeriya Tirk bibe.

Mihdî Mihyedîn ji gundê Serzel ê nêzî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ye. Bavê wî di salên 80‘î û 90‘î yê sedsala derbasbûyî de di nava refên Pêşmerge de li djiî êrişên hikûmeta Iraqê şer kir. Lê rastî rewşeke bi xemgîn hat dema ku di navber kurdan de şerekê navxweyî li çiyayên Başûrê Kurdistanê de derket. Di vê şer de bavê wî çek danî û beşdarbûna nava şerê navxweyî red kir.

Li ser sedema hatina xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê Mihdî wiha got: “Min dîtina bi êş a zarok û jinên Kurd li herêmên kurdî ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve dihatin qetilkirin tehemul nekir. Ev xaka me ye, xaka kurdan e û navê wê Kurdistan e. Tiştek navê wê Kurdistana başûr, an bakur û rojava tine ye. Li kuderê zulm li dijî gelê me hebe divê em berê xwe bidin wir. Ma çi fêdeya aramiya jiyanê li derveyî welate. Kurdistan nasnameya me ye û welatê me ye ku em li bijîn û lê bimirin."

 Destpêka Mijara 2019‘an Mihdî tevî 5 ciwanên din ji Başûrê Kurdistanê gihaştin bajarê Kobanê.

Mihdî Mihyedîn dibêje: "Şoreşa Rojava hewcedarê ciwanan e da ku beşdarî warên tenduristî, perwerde, leşkerî û xizmetguzariyê bibin."

Mihdî bang li ciwanên Kurd kir ku werin Rojava û beşdarî bilindkirina ala serkeftinê bibin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R6G2JfcUK8o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>