Hisên Berî: Çareseriya tekane ji bo Idlibê projeya neteweya demokratîk e

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê şaxê herêma Hesekê Hisên Berî got: “Tirkiye herêma Idlibê winda dike. Bi vê yekê çeteyên wê ber bi tunebûnê ve diçin. Çareseriya tekane ji Idlibê re vegera gel û projeya neteweya demokratîk e ya ku xwe li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê isbat kiriye, ye.”

Hisên Berî: Çareseriya tekane ji bo Idlibê projeya neteweya demokratîk e
9 ÇILE, 2020   06:00
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Di encama topbaran û bombebarankirina rejîma Sûriyê û hevalbendê wî Rûsya ji aliyên bejahî û hawayî ya dijwar de rewşên ewlehî û mirovî li Idlibê aloztir bûne. Her wiha rexne û pirsên girêdayî bêdengiya Tirkiyê li hember rewşa Idlibê bargeha dawîn a Opozîsyona Sûriyê zêde dibin.

Têkildarî rewşa Idlibê û sedemên bêdengiya artêşa Tirk a dagirker û çareseriyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê herêma Hesekê Hisên Berî got: "Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê gelek dewletan li gorî berjewendiya xwe mudexeleya Sûriyê kirin. Hinek ji wan beşek ji gelê Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn."

‘BI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA IDLIBÊ RE SÛRIYE BER BI ÇARESERIYA SIYASÎ VE DIÇE’

Berî axaftina xwe wiha domand: “Piştî girêkbûna aloziya Sûriyê di hundirê Şamê û gundewarên de çeteyan bi rêya basên kesk birin Idlibê, li beramberî pevguherîna herêman û derbaskirina çeteyan ji Efrînê re. Dewleta Tirk ji her projeyek demokratîk li herêmê ditirse û şoreşa Sûriyê ji bo ajandeyên xwe bikar tîne.”

Berî destnîşan kir ku tevahiya komên çeteyan ên ku li Sûriyê şer dikin, li Idlibê kom bûn û bûn girêkeke mezin û wiha domand: "Çareserkirina aloziya Idlibê wê rolek mezin bilîze û Sûriyê ber bi çareseriya siyasî û Sûriyeyek demokratîk û pirengî ve bibe."

Berî diyar kir ku herêma Idlibê aloztir bûye û wiha axivî: “Ji ber ku her dewletek ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji aliyekê ve rejîma Sûriyê hewl dide gelek herêman kontrol bike û çeteyan li Idlibê dorpêç bike. Piştî êrişên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê bi alîkariya Rûsyayê li dijî çeteyan li Idlibê, dewleta Tirk hêzên xwe şand Idlibê da ku careke din kontrol bike.  Ji ber ku eger ew herêm winda kir, wê gelek herêmên din li Sûriyê winda bike."

Berî axaftina xwe wiha domand: “Li gorî lihevkirina Soçiyê herêma Idlibê niha bi navê "Herêma bêçek" tê binavkirin. Lê rewşa wir roj bi roj gurtir dibe. Tirkiyê texmîn nekir ewqas  li Sûriyê winda bike. Armanca Rûsya ya yekemîn ew bû ku çeteyan ji Xûta derxîne, bişîne Idlibê û dorpêç bike. Lê Tirkiyê wê naxwaze, ji ber ku hewl dide Idlibê di bin kontrola xwe de bihêle. Da ku wek kaxizek zextê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li Sûriyê bi kar bîne. Eger Tirkiyê herêma Idlibê winda kir, ev tê wateya ku komên çeteyan ên girêdayî wê tune bibin. Ev tunebûn wê bi awayekî neyînê li Tirkiyê bike.”

Di dawiyê de Hisên Berî de got: “Çareseriya tekane ya aloziya Idlibê ew e ku daxwaz û berjewendiyên gel bidin pêş. Mîna gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha biratiya gelan, rêveberiya demokratîk û hevgirtinê bijîn. Dest ji berjewendiyên dewletên din berdin. Projeya neteweya demokratîk xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir û ew çareseriya tekane ya aloziya Idlibê û aloziya Sûriyê bi giştî ye."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xNpSkShOuOA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>