Navên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên di nav ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ de

Belgeyên çeteyên DAİŞ/Nusra ku hevkariya wan û çeteyên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ ku di bin serweriya dewleta Tirk de hate damezrandin û Girê Spî û Serêkaniyê dagirkirin roj bi roj derdikevin holê û têkiliyên wan eşkere dikin.

Navên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên di nav ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ de
Navên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên di nav ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ de
Navên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên di nav ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ de
Navên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên di nav ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ de
9 ÇILE, 2020   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek belge hene ku diyar dikin ku çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra di bin serkêşiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûne û gelek ji wan niha li herêmên dagirkirî ne.

Ajansa me bi rêya çavkaniyên xwe yên taybet, agahiyên der barê çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra de ku niha li herêmên dagirkirî ne, kom bike.

Çete Feysel El-Sayîl: Ji eşîreya Begara, ji gundê El-Erbeyîn ê li rojavayê navçeya Til Temirê ye. Yek ji serçeteyên yekemîn ê çeteyên DAIŞ`ê bûye. Li herêma Menacîr, Mebrûka yae, piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan, berê xwe daye Reqa û li wir agahiyên wî qut bûne.

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî çavkaniyan diyar kirin ku di êrişên li ser herêma Serêkaniyê de Feysel El-Sayîl di nav çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê de hatiye dîtin.

Li gorî heman çavkaniyan ku niha di nav Tugaya 15 li navenda gundê Menacîr li başûr rojhilatê Serêkaniyê dimîne û li mala Salih El-Meyûf dijîn.

Silêman Hesko El-Cedan: Ji eşîra El-Neyîm li Serêkaniyê ye. Yek ji damezirînerê Artêşa Azad li Girê Spî ye, ji wir tevî zarokên apê xwe Izedîn El-Ewad ku bi navê Izedîn El-Firatî tê naskirin, derbasî Serêkaniyê bûye. Li Serêkaniyê genim û ceh ji depoyên bajarokê Til Helef û Til Erqim a girêdayî Serêkaniyê dizîne û talan kirine.

Piştî ku Cebhet El-Nusra, Artêşa Azad ji Serêkaniyê derxistine, Silêman û zarokên apê xwe tugaya bi navê "El-Seyad" ava kirine û tev li Cebhet El-Nusra bûne.

Silêman di şerê di navbera wan û YPG`ê de li deriyê "Mexfer El-Beled" ku cihê girtîgeha wan bûye, birîndar bûye û li nexweşxaneyên bajarê Ruha li Bakurê Kurdistanê hatiye dermankirin.

Piştî salekê ji dermankirinê, Silêman Hisko bi alîkariya Qeterê, ciwanên li kampên Sûriyê li Tirkiyê teşwîq kirine da ku tev li çeteyên Ehrar El-Şam bibin.

Çavkaniyê got ku, “Silêman niha li Serêkaniyê ye û ji ber têkiliya wî bi istixbaratên Tirkiyê re heye ew xetertirîn kesê li herêmê ye. Bi şandeyeke fermî bi gelek istixbaratan û polîsên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Serêkaniyê bû, ji Ehrar El-Şam veqetiya û tev li Sûltan Mûrad bû.”

Çete Ednan Ebîd El-Sayîl: Bi navê Ebû Udeyî tê naskirin. Ji şêniyê gundê El-Erbeyîn li gundewarê Serêkaniyê ye. Ev kes jî endamekî çeteyên DAIŞ`ê bû ye, niha li depoyên Aliya û stasyona kehrebeyê dimîne.

Piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, reviyaye Reqayê. Li gorî çavkaniyan, Ednan bi çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê re derbasî Serêkaniyê bûye.

Mihemed Hesen El-Elî: Ji eşîra Edwan, ji şêniyê gundê El-Rezazê li gundewarê başûrê Serêkaniyê ye. Li Keşto gundewarê Serêkaniyê tev li tugaya Sedam Ebîd El-Hilo ya girêdayî Artêşa Azad bûye, ku navê "Edwan" lê hatiye kirin. Paşê tev li çeteyên Cebhet El-Nusra bûye û bi taybet li herêma Aliya ya li Serêkaniyê beşdarî gelek şeran bûye. Paşê derbasî Girê Spî bûye. Çavkaniyan diyar kirin ku li Reqayê hatiye dîtin, paşê derbasî Tirkiyê bûye û bi çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê re derbasî Serêkaniyê bûye. Çavkaniyan gotin ku niha li taxa El-Sîna di nav tîma "21’an" de ye.

Enes Ebdellah El-Sîdo: Ji şêniyên gundê El-Diwîrê yê girêdayî parêzgeha Siwêda ya Sûriyê ye. Di 1963’an de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye. Bavê wî ji îslamîstên tundraw e û melayê mizgefta gundê El-Diwîrê bûye. Li Serêkaniyê tev li çeteyên Cebhet El-Nusra bûye. Ji kesên ku genim û ceh ji depoyên herêmê dizîne, her wiha agahî hene ku dibêjin niha li Serêkaniyê di nav refên Artêşa Wetenî ya Sûriyê de ye.

Casim Mihemed Xelef El-Reşo: Ji qebîla Edwan e, di destpêka 2012`an li bajarê Serêkaniyê ew û komek ji zarokên apê xwe tev li Artêşa Azad bûne. Paşê tev li Cebhet El-Nusra bûne û piştre derbasî herêma Aliya ya girêdayî depoyên Aliya bûye. Li wir baregehek ava kirine, hin çavkanî hene ku dibêjin niha di nav çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê de ye.

Mihemed Casim El-Mihemed El-Xelef El-Reşo: Birayên wî Macid Casim El-Mihemed El-Xelef El-Reşo, Faris Casim El-Mihemed El-Xelef El-Reşo, Amir El-Sebi El-Mihemed El-Xelef El-Reşo, Nasir Sebi El-Mihemed El-Xelef El-Reşo, Elî Ebdellah El-Derwîş, ji şêniyê gundê Til Erqim a li başûrê Serêkaniyê ne. Li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye. Ji eşîra El-Weldê, hemû di nav Cebhet El-Nusra de ne. Paşê tev li çeteyên DAIŞ`ê bûne û piştî tevlêbûna wan li nav DAIŞ`ê derbasî herêma Şedadê bûne.

Piştî rizgarkirina Şedadê ji çeteyên DAIŞ`ê di Sibata 2016`an, çûne Reqayê, beşdarî gelek şerên li dijî QSD`ê bûne. Cihê wan li herêma El-Mekaf li Reqayê bûye, paşê derbasî herêma El-Keramê bûne, piştî rizgarkirina El-Keramê çûne herêma Dêrazorê, paşê jî çûne Hewayîc El-Bosemê ku mirovên wan li wir bûne, piştî rizgarkirina gundewarê rojhilatê Dêrazorê agahî li ser wan qut bûne.

Çavkaniyan ji ajansa me re gotin ku, Casim Mihemed tevî malbata xwe reviyaye bajarê Cerablûsê ya di bin dagirkeriya Tirkiyê.

Hin çavkaniyan diyar kir ku Mihemed El-Casim Mihemed El-Xelef niha di nav çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê de ye.

Meen Ebid El-Hemed El-Cîsî: Yek ji damezrînerê çeteyên Cebhet El-Nusra li herêma Serêkaniyê ye, ew û birayê xwe yê mezin Feysel El-Cîsî, ji şêniyên gundê Mihisîn a girêdayî Silûkê ye.

Meen Ebid El-Hemîd li dibistana gund tugaya El-Qadisiyê ava kiriye, çeteyên wê ji şêniyên Silûk û Girê Spî bune, hejmara wan gihaştiye 40 çeteyî, di nav her demê bi istixbaratên Tirkiyê re civiyane.

Li gorî çavkaniyan diyar kirin, Meen Ebid El-Hemîd êlegekî spî û bentalonekî kihlî hertim li xwe kiriye. Piştî derketina DAIŞ`ê û dagirkirina herêmê, bi koma xwe ve tev li çeteyên DAIŞ`ê bûye û li stasyona kehrebê ya li bajarokê Mebrûka ye.

Hin çavkaniyan gotin ku Meen niha di nav Artêşa Wetenî ya Sûriyê de ye.

 

 

RÊVEBERIYA XWESER NAVE GELEK ÇETEYAN AŞKERE KIRIBÛ

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya civîneke çapemeniyê, li buroya Daîreya li bajarê Qamişlo û bi amadebûna gelek dezgehên çapemeniyê yên herêmî û navneteweyî, navên belgekirî yên mezinên çeteyên DAIŞ`ê ku niha li herêma Serêkaniyê û Girê Spî ne hene, teqez kiribû. Beriya niha jî ajansa me dosyayek der barê 77 çeteyên ku di nav çeteyên DAIŞ`ê li kêleka artêşa Tirk û çeteyên wê beşdarî şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn weşandibû.

/kr/haber/dais-cawa-b-artsa-nstiman-ya-sriy-2-h24446.html

(jo)

ANHA