​​​​​​​Idlib û Terablus; qadên şer ên hevpar ên Rûsya û Tirkiyê

Êdî eniyên Idlib û Terablusê bi hev ve hatin girêdan. Her du alî anku Rûsya û Tirkiye, hewl didin hevkariya wekî ya li Sûriyê dubare bikin. Der barê rewşa her du herêman de wê îro bi hevdîtina Putîn û Erdogan dê gelek hevpeymanan bên îmzekirin.

​​​​​​​Idlib û Terablus; qadên şer ên hevpar ên Rûsya û Tirkiyê
8 ÇILE, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Der barê geşedanên dawîn û şandina hêzên Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve û rewşa Idlibê de, serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li hev dicivin.

Bi her civînekê re nasnavê gelên Sûriyê li wan kiribû, tê bîra mirov; "her sê aliyên hevpeymanan" anku Rûsya, Tirkiye û Îran. Lê piştî hêzên navdewletî zext li Îranê kir, Îran vedikişe.

HEVDÎTINÊN BERÊ LI SER HESABÊ GELÊ SÛRIYÊ BÛN

Bi civîna çaremîn a Astanayê re hevpeyman di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de çêbû û bi rêya hevpeymana "herêmên bêçek" ku Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê herêmên bejahiya Şam, Heleb û Humsê serwer kirin. Her wiha Tirkiyê bi hezaran çeteyên xwe û malbatên wan ji van herêman şandin herêmên din ên ku dagir kirine anku Cerablus, Bab, Efrînê û herî dawî jî Girê Spî û Serêkaniyê, lewma guhartina demografîk çêbû.

Ji dema ku hevpeyman di navbera van dewletan de çêbûn, îdia dikin ku hebûna hêzên wan tenê ji ber agirbestê ye, lê di rastiya xwe de gelên Sûriyê tarûmar kirin.

Di vê derbarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) rapora salane derxist û diyar kir di encama topbaran Tirkiyê û balafirên wê de 993 sivîl; 675 mêr û ciwan û 193 zarokên kêmî 18 saliyê, 125 jin bûne qurbanî.  Her wiha li ser destê leşkerên li ser sînor ên Tirkiyê jî 445 sivîl; ji wan 324 mêr, 79 zarok û 42 jin bûne qurbanî.

Di raporeke din de SOHR’ê diyar kir ku bi encama oparasyonên Tirkiyê li hundirê Sûriyê de anku"Deri El-Firat","Şaxê Zeytûnê" û "Kaniya Aştiyê" bi hezaran sivîl  koçber bûn û rewşa mirovî ya welat dijwar e.

‘RÛSYA Û TIRKIYE JI BO IDLIB Û TERABLUSÊ KETINE PÊŞBIRKÊ’

Têkildarî pêşbirk û rikeberiya Tirkiye û Rûsyayê ya li ser Idlib û Terablusê nivîskar û amademîsyenê sûrî Muhîb Salha ji ajansa me re axivî.

Salha di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Maseyên diyalogê di navbera Rûsya û Tirkiyê de girêdayî mijara Sûriyê nemane. Bi taybet li Idlibê û bakurê Sûriyê bi giştî. Lê belê êdî bi rewşa Lîbyayê û dora paytexta wê Terablusê ve têkildar e. Hêzên Hefter ên ku desteka xwe ji Rûsya û Erebistana Siûdî digirin, nêzî paytextê bûne. Misr jî hewl dide paytextê ji hikumeta Wîfaq a Îxwanî ya ku desteka xwe ji Tirkiyê û Qeterê digire, rizgar bike."

Salha wiha pê de çû: "Ji vê bingehê ve encamên rewşa bakurê Sûriyê bi taybet li Idlibê ku li ser agirekî germ ê muzakereyên siyasî Rûsî- Tirkî bû, ji ber rûdanên li Terablusê êdî sar e."

Muhîb Salha ev tişt diyar kir: "Rûsya li Idlibê zextê li Tirkiyê dike ji bo ku destkeftiyên siyasî li Terablusê bi dest bixe. Tirkiye jî tehdîd dike bi awayekî leşkerî mudexeleya Lîbyayê bike ji bo ku destekeftiyên li Idlibê bi dest bixe. Civîna bê, di navbera her du aliyan de bi nêrîna min wê encamên rewşa heyî li Idlib û Terablusê û bandora wê li ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyê lêkolîn bikin. Her wiha çareseriyên siyasî yên ku ne li dijî berjewendiyên hevpar ên her du welatan guftûgo bikin. "

Girêdayî rewşa Idlibê Salha wiha axivî: "Geşkirina rewşa li Idlibê ji hêla hikumeta Sûriyê û hevalbendên wê ve bi encamên lihevkirina ku wê di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk were ve, girêdayî ye. Tevî ku bombebarana hewayî ya ku ranewestiyaye, dan û standinên Rûsya û Tirkiyê tehdît dike. Yên ku barên operasyonên leşkerî li Idlibê radikin, sivîlên ku hinek maye baweriya xwe bi Tirkiyê wek hêzek ku jiyaneke qebûlkirî ji wan re peyda dike, winda bikin. Ger bombebaran bidome, dibe ku hejmara penaberan li ser sînorên Tirkiyê zêde bibe. Tevî wê jî doza penaberan êdî ji ajandeyên Tirkiyê re bûye mijareke hesas û nuqteya hejariya hikumeta Erdogan.

Rûsya bê teredud wê di dan û standinên siyasî de yan jî operasyonên leşkerî bi kar bîne. Ev stratejî wê bi hezaran penaberan neçar bike koçberî sînorên Tirkiyê bibin. Di encamê de Tirkiyê wê neçar bibîne dev ji herêman li Idlibê berde ji ber ku vala ne û nuqteyên xwe wê veguhezîne kurahiya herêmên bêçek. Ev jî wê bihêle hikumeta Şamê herêmên pêwîst kontrol bike da ku tevgerê li ser rêya navneteweyî Heleb-Şam û Heleb-Lazîqiye vegerîne. Her wiha rûbera herêmên bêçek li Idlibê yên opozîsyona islamî ya ku Tirkiyê desteka wê dike, kêm bike."

Di dawiyê de nivîskar û akademîsyenê sûrî Muhîb Salha wiha lê zêde kir: "Her du alî Rûsya û Tirkiyê çi li Idlib an jî Terablusê bi demê re ketine pêşbaziyê da ku hinek destkeftiyên siyasî beriya lidarketina civîna çarşemê (îro) girêdayî Sûriyê û civîna Konseya Ewlehiyê girêdayî Lîbyayê ya ku Moskov banga lidarxistina wê kiriye, bi dest bixin."

(eh/şx)

ANHA