Hizbullah bang li hêzên Iraqê kir ku ji baregehên DYA‘yê dûr bikevin

Ketîbeyên Hizbullah bang li hêzên Iraqê kir ji baregehên Amerîkayê dûr bikevin.

Hizbullah bang li hêzên Iraqê kir ku ji baregehên DYA‘yê dûr bikevin
4 ÇILE, 2020   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ketîbeyên Hizbullah di daxuyaniyekê de bang li hêzên Iraqê kirin ku ji sibe ve bi dirêjahiya 1000 mîtreyan ji baregehên Amerîkayê dûr bikevin.

Daxuyanî piştî çend saetan ji êrişa bi moşekan li derdora sefaretxaneay DYA‘yê ya li Bexdayê û baregeha Beled a hawayî ya hêzên Amerîkî hate dayîn.

Piştî kuştina serokê Desteya Heşid Şabî Ebû Mihdî El-Muhendis û fermandarê Feyleq El-Qudis ê Îranê Qasim Suleymanî duh sibeha di êrişa DYA‘yê li nêzî balafirxaneya Bexdayî ya navdewletî aloziya di navabera Îran û DYA‘yê de zêde bû.