Jinan li Til Rifetê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Endamên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Êzidî li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocelan şermezar kir û bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Jinan li Til Rifetê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
30 kanûn, 2019   13:25
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Êzidî û Kongreya Star tevî endamên meclîs û komînên navçeya Til Rifetê li pêşiya navenda Kongreya Star kom bûn. Jinan wêneyên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û der barê tercîdkirina Ocalan û qedexekirina dîtina malbat û parêzerên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyek da.

Endama Kongreya Star Rûken Nesen daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wek jinên Rojava bi giştî û bi taybet jinên Efrînê, em tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan li pêş çavên dewletên komploger şermezar dikin. Em bi yekdengî dibêjin "Em vê yekê red dikin û tu carî qebûl nakin". Her wiha em kilîta çareseriyê li Îmraliyê dibînin.”

Di daxuyaniyê de bang li saziyên navdewletî û saziyên mafên mirovan hate kirin ku li beramberî tecrîdkirina rêber Ocalan ji bêdengiya xwe derkevin.

Daxuyanî bi sloganên şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9aa_5dxig7g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>