Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê: Xwîna gelê Sûriyê ne ji bo kirîn û firotinê ye

Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê îro daxuyaniyek da û tê de bang li civaka navneteweyî der barê rawestandina komkujî û kiryarên li dijî gelê Sûriyê de kir.

Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê: Xwîna gelê Sûriyê ne ji bo kirîn û firotinê ye
30 kanûn, 2019   13:19
REQA

Gelek endamên Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê li avahiya yekitiyê ya berê li naverasta bajêr kom bûn û hevserokê yekitiyê Abdurehman El-Ehmed daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Ji Reqaya fedekar û bajarê kevnar, bajarê merd û dîroka ronakbîr, Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê bang li tevahî dost û kesên aştîhez dike ku rijandina xwîna sûriyan rawestînin. Şêniyên Sûriyê êdî li bejahî û kampan piştî xizmên xwe winda kirin û malên wan bi hovane hatin wêrankirin, dijîn."

Daxuyaniyê, bang li civaka navneteweyî kir ku komkujiya li dijî sivîlên Sûriyê rawestîne. Her wiha jî êdî Sûriye bûye qada dewletên mêtinger da ku tevahî cureyên çekên xwe yên çêdikin mîna yên qedexekirî jî, biceribînin.

Di daxuyaniyê de wiha lê hat zêdekirin: "Xwîna gelê Sûriyê ne kel û peleke bazirganiyê ye ku li bazarên dewletên mêtinger bê firotin. Bang li tevahî hêzên aştîhez û bi azadiya gelan bawer in, dikin ku piştgiriya me bikin ku tevahî şêweyên hegemonî, çewsîner û dagirkeriyê red bikin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em ê ji bo keda şehîdan wefadar bin û dê têkoşîn bikin û rola Reqayê ya şaristaniyê û semboliya wê ya çandî vegerînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XBKdi_SyK_s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>