Eşîrên Hums û Hemayê ji bo daxuyaniya pêşwazîkirina koçberên ji Idlibê spasiya QSD’ê kir

Eşîr û rûspiyên Hums û Hemayê yên koçberî herêma Tebqayê bûne, îro bi daxuyaniyekê spasiya însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ya der barê pêşwazîkirina koçberan ji herêm û gundên Idlibê de, kir.

Eşîrên Hums û Hemayê ji bo daxuyaniya pêşwazîkirina koçberên ji Idlibê spasiya QSD’ê kir
30 kanûn, 2019   12:55
TEBQA

Berdevkê eşîrên koçberî Tebqayê bûne Şêx Ubeyd El-Nehar daxuyanî li Navenda Têkiliyên Giştî ya Lihevanîna Eşîran a li bajarê Tebqayê bi beşdariya gelek şêx û rûspiyên eşîrên herêma Tebqayê  xwend.

Şêx Ubeyd El-Nehar kedên QSD’ê ji bo ewlehî û aramiya li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, spas kir ku bûye cihê herî ewle ji bo bi sedan hezar ji sûriyên ku ji herêmên şer direvin û her wiha jî bûye nimûneya biratiya gelan.

El-Nehar wiha bang kir: "Tevahî çeteyên sûrî ku ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve tên teşwîqkirin ku gelên Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê kirine û azar ji ber dewleta Tirk a dagirker kişandine, çekên xwe deynin, vegerin ser hişê xwe û li rewşa şêniyên xwe yên li Idlibê yên ku bûne qurbaniyên berjewendiyên Erdogan û lihevkirinên bi Rûsya û rejîmê re, binêrin."

El-Nehar wiha îşaret pê kir: "Dewleta Tirk plan û berjewendiyên xwe yên Osmanî derbasî Lîbyayê dike û  derfetê ji xwîna şêniyên Sûriyê bi rêya şandina çeteyên wê bi navê "Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê" digire, da ku şer li Lîbyayê bikin."

El-Nehar bi rêya daxuyaniyê spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê pêşkêşkirina tevahî rêbazên piştevaniya koçber û penaberên ji tevahî erdnîgariya Sûriyê de kir.

Beriya çend rojan, fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotibû: "Tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne pêşweziya koçberên ji Idlibê bi hevkarî û koordîneya bi hêzên Idlibê yên di bin banê QSD’ê de bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qMgTrql1HEg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>