Balafirên Rûsyayê careke din "herêmên bêçek" bombebaran kirin

Balafirên Rûsyayê careke din herêmên bi navê “bêçek” bombebaran kirin, her wiha hêzên rejîmê alîkariyeke leşkerî ya mezin dişîne herêmê.

Balafirên Rûsyayê careke din "herêmên bêçek" bombebaran kirin
30 kanûn, 2019   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên Rûsyayê careke din “herêma bêçek" bombebaran kir.

Îro sibehê balafiran nêzî 19 caran cihên li El-Îkarda, Um Etbê, Şêx Ehmed, Til Hediyê, Zimar li gundewarên başûrê Helebê, Merşorîn û derdora Xedfê li gundewarên Meret El-Nûman bombebaran kirin, ji ber herêmên tên hedefgirtin, li nêzî rêya navneteweyî ne.

Balafirên şer ên rejîmê jî cihên li bajarokê Tilmis li gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.

Têkildarî mijarê hêzên rejîmê hêzên leşkerî ber bi gundewarên Helebê ve dibe, di 48 seatên çûyî de bi dehan erebeyên leşkerî bi çek û cebilxane dibe gundewarên başûrê Helebê û derdora rojavayê bajêr.

Li eniyên Idlibê jî piştî civînên ku li Moskovê di navbera şandeyên girêdayî Rûsya, Tirkiyê û rejîmê de bêdengiyek rû dide, çavkaniyan got Tirkiye hewl dide şertên xwe baş bike, bi rêya radestkirina rêya navneteweyî M5 ji rejîmê re, beramberî mayîna hêzên Tirkiyê û çeteyên wê li bakurê rêya M5.

Di encamê de komên çete yên Tirkiyê ji rêya M5 vekişiyan, her wiha hêzên rejîmê li herêmên ku nuqteyên çavdêriyê ya Tirkiyê hene, bi pêş ve çûn.

(jo)