Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang dikin ku “Artêşa Watanî ya Sûrî” bikeve lîsteya terorê

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê bang kirin ku çeteyên Artêşa Watanî ya Sûrî têkin lîsteyên terorê ya navneteweyî.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang dikin ku “Artêşa Watanî ya Sûrî” bikeve lîsteya terorê
24 kanûn, 2019   08:17
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Di 30`ê Gulana 2017`an de avakirina “Artêşa Watanî ya Sûrî” li Tirkiyê hate ragihandin. Piraniya endamên wê ji bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ne. Pere, cabilxane û desteka lojistîk û istixbaratî ji Tirkiyê digirin. Artêşa Tirk a dagirker van çeteyan di êrişên xwe de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de bikar anîn.

“Artêşa Watanî ya Sûrî” sûcên şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Jê qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef tevî ajokar û parêzvanên wê di 12`ê Cotmehê de, lîstina koma El-Mecid di 23`ê Cotmehê de bi cenazeyê şervan Amara Rênas, darvekirinên meydanî li dijî sivîlan û talankirina milkên sivîlan.

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku Artêşa Watanî ya Sûrî berdewama çeteyên DAIŞ`ê ne. Tirkiyê ji bo ku planên  xwe yên dagirkerî wan çeteyan bikar tîne. Şêniyê bi nave Mihemed Yusif destnîşan kir ku Tirkiyê wan çeteyan bikar tîne û wiha domand: "Tirkiyê wan koman  bikar tîne ji bo ku axa Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike. Erdogan wê wan bifroşe mîna ku li Heleb û Xûta kiriye."

Yusif bang li NY`î kir ku Artêşa Watanî ya Sûrî têkin lîsteya terora cîhanî.

 Şêniyê bi navê Mistefa Xelef diyar kir ku binpêkirinên “Artêşa Watanî ya Sûrî û Artêşa Azad” ne li gorî navên wan in. Xelef got: “Dema welatparêziyê îdia dikin di bingehê de ne wisa ne. Azadiyê îdia dikin û ew ne azad in. gelê Sûriyê ji kirinên wan çeteyan dûr in.”

Xelef bang kir ku navên wan çeteyan bikevin lîsteya terorê ya cîhanî. Xelef got: “Ez ji bêdengiya civakî ya navneteweyî li hember binpêkirinên çeteyan ên ku zarokan dikujin, bi cenazeyan dilîzin û milkên şêniyan talan dikin re, şaş mame.”  

Reid El-Sair teqez kir ku “Artêşa Watanî ya Sûrî” ji çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra pêk tê û wiha axivî: “Armanca wan parçekirina axa Sûriyê ye.”  El-Sair banga hevgirtinê li dijî komên terorîst kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Jx45w_3ID8k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>