Ji QSD`ê encama şer û berxwedana 48 saetên dawî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyeniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana her du rojên dawî yên Berxwedana Rûmetê eşkere kir.

Ji QSD`ê encama şer û berxwedana 48 saetên dawî
22 kanûn, 2019   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bi çekên giran û balafirên bêmirov didomînin. Di van êrîşan de herêmên sivîl tên hedefgirtin û ziyanên maddî digihîjin welatiyên sîvîl.

Serêkaniyê
Komên çete bi çekên giran, tang û obusan êriş birin ser gundên Til Hermil, Im El-Işba, Til Mihemed û El Rabîat ên li xeta Serêknaiyê û Til Temir û hewl dan di bejahî de pêş de werin. Di encama êrîşan de 3 sivîl birîndar bûn.
Eyn Îsa
Komên çete yên ser be artêşa dagirker ve bi çekên giran, tang, obus û hawanan êriş birin ser gundên Gabar, Kefîfa û Xirbit Faris. Artêşa dagirker bi van êrişan hewl da herêmên dagirkeriyê berfireh bike. Êrîş bûn sedem ku di zevî û milkên welatiyên sîvîl de ziyanên madî çêbibin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker li herêma Eyn Îsa bi balafirên bêmirov çeperên hêzên me û herêmên sivîl bomberan kirin.
Bi giştî, di encama bombebaran û topbaranên artêşa dagirker de hevalek me birîndar bû.”