Endamê Parlamentoya Ewropayê Andreas Scheiden gihîşt herêma Cizîrê

Beriya çend kêliyan endamê Parlamentoya Ewropayê ji Bloka Sosyalîstên Demokrat, Andreas Scheiden gihîşt herêma Cizîrê û bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dicive.

Endamê Parlamentoya Ewropayê Andreas Scheiden gihîşt herêma Cizîrê
22 kanûn, 2019   13:50
QAMIŞLO

Armanca serdana endamê Parlamentoya Ewropayê yê ji Bloka Sosyalîstên Demokratîk  Andreas Scheiden ji Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo, ew e ku pêşketinên dawîn piştî êrişa Tirkiyê bişopîne.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmehê ve êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne ku tê de tevahî cureyên çekên giran bi kar anî. Bi wê re jî heta niha bi hezaran sivîl ji warên xwe neçarî koçberiyê kirine.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, berdevkê fermî yê Daîreyê Kemal Akif cîgirên hevserokartiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebîr Êlya û Fener El-Keêt, pêşwaziya şandeyê kir.

Di van kêliyan de her du alî civîneke ji çapemeniyê re girtî li Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişlo pêk tînin. Li gorî çavkaniyên ji hundirê civînê, piştî civîn bi dawî bibe, dê der barê serdanê û naveroka civînê de daxuyaniyek ji rojnamegeran re bê dayîn.

(fr)

ANHA