Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê sersaxî da malbatên şehîd Cûdî Çiya û şehîd Ciwan Efrîn ên ku di merheleya duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
Şêniyên Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re xwest
22 kanûn, 2019   12:11
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê berê xwe da konê sersaxiyê yê her du şehîdên bi navên Remedan Efrîn (Ciwan Efrîn) û Îbrahîm Ehmed (Cûdî Çiya). Konê sersaxiyê li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehbayê hat vedan. Her du şehîd di 18’ê Kanûnê de, di merheleya duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd, alên YPJ û YPG’ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hat xemilandin. Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêveber Sureya Hebeş, bi navê Meclisa Fafînê endam Zêneb Ebdan û bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê rêveber Reşîd Efrîn axivîn.

Axêveran serê malbatên şehîdan sax kir. Her wiha jî piştrast kir ku dê li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin û dê li ser rêça wan heta serketinê bimeşin.

Piştî endamê Komîteya Fêrkirin û Pewerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Herêma Efrînê Mihemed Ebdo wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qJwN9ffyMno" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>