Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîdê qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê Mihemed Hesen (Demhat Efrîn) veşart.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdekî Berxwedana Serdemê oxir kir
18 kanûn, 2019   12:44
ŞEHBA

Di merasîmê de bi sedan şênî tevî nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî amade bûn. Beşdaran wêneyên YPG û YPJ`ê û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê rakirin.

Karwanê şêniyan ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê, di nava stranên piştgiriya Berxwedana Serdemê de bi rê ket.

Merasîmê li goristana şehîdan a li navçeya Ehresê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Şaziye Hesen û hevseroka Meclisa Rêveberiya Kantona Şehbayê Wefaa Hisên axivîn.

Axaftvanan şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest û diyar kir ku "şehîdan bi xwîna xwe rêya azadiyê li pêşiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye”.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku pêvajoya em tê re derbas dibin û dijberiya cîhanê li dijî fikr û îradeya azad û demokratîk li herêmê, fedakariyê ji bo gihandina azadiyê dixwaze.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê kirin. Cenazeyê şehîd ji aliyê heval û malbata wî ve, li goristana şehîdan a li navçeya Ehresê hate veşartin.

(cx)

ANHA