Kurdên êzidî dest bi Rojiya Êzî kir

Gelê Kurd ê êzidî dest bi Rojiya Êzî kir ku piştî 3 rojan ji rojiyê bi Cejna Êzî anku Cejna Rojiya Mezin dê pîroz bikin.

Kurdên êzidî dest bi Rojiya Êzî kir
17 kanûn, 2019   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Sêşema 17’ê Kanûnê (îro), roja yekemîn a rojiyê ye ku êzidî wek ‘Rojiya Êzî’ bi nav dikin. ‘Êzî’ jî li gel êzidiyan navekî Xweda ye.

Êzidiyên li tevahî cîhanê 3 rojan li pey hev rojiyê digirin, xwarin û vexwarin dema ku roj derdikeve rojî despê dike heya ku roj diçe ava. Roja înê dibe Cejna Êzî anku Cejna Rojiya Mezin. Cejn îsal dikeve 20’ê Kanûnê.

Êzidî li gorî dema rojhilat a kevn a "Kurmancî" bone û cejnên xwe yên olî diyar dikin.

(fr)

ANHA