ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2019
17 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ji bo şermezarkirina êriş û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Karûbarên Ol û Baweriyan a Herêma Cizîrê panelekê bi boneya Cejna Rojiya "Êzî" li navenda Aso ya Şêwir û Lêkolînên Stratejîk a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ferîd Mihemd ê ji Serêkaniyê koçber bûye got: “Çeteyên Tirkiyê heman çeteyên DAIŞ û El-Nusra yê ne. Yên ku ji şerê li Sûriyê reviyan ne. Tekbîr û sirûdên ku digotin, heman ên DAIŞ û El-Nusrayê bûn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê bang li ciwanan kir ku tev li nav refên YPG û YPJ`ê bibin û axa xwe ji artêşa Tirk a dagirker biparêz in. Şêniyan gotin: “YPG û YPJ stûna hêza gelên herêmê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-“Li Efrînê ewlehî tune ye. Her tişt wêran kirine, heta pêşeroja zarokan. Ji ber binpêkirinên dagirkeriyê em fetisîn.” Ev gotinên dayîka R.Ş. ne. Dayîka R.Ş piştî salek û nîv ji dagirkirina Efrînê ji bajarê xwe derketin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Nivîskarê Kurd Melevan Resûl bang li aliyên siyasî yên Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha got: “Êrişên hovane yên ku artêşa Tirk û rejîma Îranê li dijî herêma Kurdisanê pêk tînin, êdî wekî nexweşiya penceşê ne û pir xeter in. Divê partiyên Kurd bê şert û merc Kongreya Netewî ya Kurdistanê lidar bixin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser ê herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Eger artêşa Tirk a dagirker kiryarên xwe yên li dijî herêmê bidomîne, dê bibe sedema karesatekî. Ew ê ne tenê li Sûriyê li hemû dewletên cîran bibe sedema karesatan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnamevana Lubnanê Karolîn Bezî destnêşan kir ku pirsgirêka Lubnanê ya niha ji ber nakokiyên bi kutleyên Xiristiyan re ye ku dengê xwe neda El-Herîrî, ji ber vê yekê El-Herîr di nava fikran de ye û xwest şêwirên dozgerî werin paşxistin. (BI WÊNE).

JIN

- Hin malbatên şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê dema ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber dibûn, ji zarokên xwe qut bûn. Vê yekê êş û azara koçberiyê dehqat kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li Zirganê di bin topbaran û bombebarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de jî firina gel dixebite û rojane 2 hezar 400 kîs nan gel çêdike û komîn wan nanan belav dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya çandiniyê ya navçeya Şedadê belavkirina madeya sotemeniyê û bizrê vê salê bi dawî kir. Komîteya çandiniyê made û bizir li gorî miqdarê ji cotkarên navçeyê û bejahiyê hatiye veqetandin belav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA