Nivîskarê Kurd: Divê bê şert û merc kongreya netewî were lidarxistin

Nivîskarê Kurd Melevan Resûl bang li aliyên siyasî yên Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha got: “Êrişên hovane yên ku artêşa Tirk û rejîma Îranê li dijî herêma Kurdisanê pêk tînin, êdî wekî nexweşiya penceşê ne û pir xeter in. Divê partiyên Kurd bê şert û merc Kongreya Netewî ya Kurdistanê lidar bixin.”

Nivîskarê Kurd: Divê bê şert û merc kongreya netewî were lidarxistin
17 kanûn, 2019   05:35
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULALALH-NEJBÎR OSMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji DAIŞ û Cebhet El- Nûsra berhev kiriye, ji 9’ê Cotmehê ve êrîşî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jî êrîşî gelê Kurd dikin. Di encama êrîşên dagirkeriyê de bi sedan şêniyên herêmê şehîd ketin û bi sedan jî birîndar bûn. Heman demê de bi hezaran şêniyên herêmê ji axa xwe koçber bûn. Her roj bertekên li hember van êrîşan zêdetir dibin. Heman demê de li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekîtiya gelê Kurd tê kirin.

Nivîskar û endamê însiyatîfa hunermend û rewşenbîrên Kurd Melevan Resûl, di derbarê însiyatîfa lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  de, ji ajansa me re axivî.  Resûl got: “Her çiqasî dereng be jî lê bele kongre pêwîstiyek e. Ji ber doza Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe.”

Melevan bal kişand ser însiyatîfa ku hunermend û rewşenbîrên Kurdan banga wê kirine û wiha pê de çû: "Em ne bendewarê aliyekê siyasî ne da ku projeya xwe ya siyasî ji civakê re pêşniyar bikin. Gelên cîhanê di pêvajoya dîrokê de li ser nuqteyên diyar li hev dikin. Lê tenê aliyên siyasî yên Kurd ne bi vî awayî ne. Ev yek jî bi rewşê re naguce.”

‘KESÊN HEWLDANA BIDESTXISTINA YEKÎTIYÊ DIKIN, NABE KU  ŞERT Û MERCAN DAYNIN’

Resûl wiha li axaftina xwe zêde kir: “Di destpêka hezarsala 3`mîn de projeyên cîhanî hene û dê li ser herêmê jî pêk bînin. Hêzên herêmî dijminatiya herêmê û doza Kurd  dikin. Her wiha çand û qurbaniyên  Kurdan înkar dikin. Hewl didin ku demografiya Kurdistanê biguherin. Lewma jî aliyê projeya Toranî û çeteyên wan li dijî xwezaya Kurdistanê û bi taybet Rojava êrîşên hovane pêk tînin.”

Resûl diyar kir ku êrişên hovane yên ku artêşa Tirk û rejîma Îranê li dijî herêma Kurdisanê pêk tînin, êdî wekî nexweşiya penceşê ne û pir xeter in. Resûk diyar kir ku dema partiyên Kurd tên cem hev ji bo yekîtiyê şert û mercan datînin.

‘DOZA KURDÎ JI PARTIYÊN SIYASÎ MEZINTIR E’

Melevan Resûl bal kişand ser giringiya doza Kurd û wiha got: “Doza Kurd ji komên partiyên siyasî û aliyên olperestan mezintir e. Ji ber gelê Kurd nakokî derbas kirine. Dewletên dagirker ên li Kurdistanê hebûna Kurdan dike armanc. Beyî ku cudabûnê bixe nava partiyan. Ji ber vê yekê em bang dikin ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê bê şert û merc were lidarxistin. Paşê heke ji berjewendiyên doza Kurd be, bila gel bi xwe berê vê yekîtiyê biguhere.”

‘YAN EM Ê TUNE BIBIN, YAN JÎ EM Ê DI ROJHILATA NAVÎN DE XWEDAN HEBÛN BIN’

Melevan Resûl bang Ii aliyên siyasî û çalak kir ku li hev bicivin û nîqaşan pêş bixin. Resûl wiha dawî li gotinên xwe anî: “Nuqteyan sereke diyar bikin û pabend bin. Daxwazên gelan erê bikin. Nabe şert û astengî derbikevin, ji ber doza kurdî di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Yan em ê tune bibin û yan jî ew ê di Rojhilata Navîn de xwedan hebûn bin.”

(eh)

ANHA