Îdiayên "Rêya M4 vekiriye" jiyana sivîlan dixe xeteriyê

Piştî daxuyaniyên çapemenî yên Rûsya û rejîma Sûriyê yên girêdayî vekirina rêya navdewletî M4 û vekişîna çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" nûçegihanan rê şopandin û nerastiya wan daxuyaniyan piştrast kir.

Îdiayên "Rêya M4 vekiriye" jiyana sivîlan dixe xeteriyê
Îdiayên "Rêya M4 vekiriye" jiyana sivîlan dixe xeteriyê
Îdiayên "Rêya M4 vekiriye" jiyana sivîlan dixe xeteriyê
Îdiayên "Rêya M4 vekiriye" jiyana sivîlan dixe xeteriyê
12 kanûn, 2019   17:04

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji 9`ê Cotmehê ve destpêkirin, çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" rêya M4 a navdewletî ya ku Heleb bi Hesekê ve girê dide, dagir kir û rê hate girtin.

Ji sibehê ve gelek dazgehên çapemenî yên Sûriyê û cîhanê nûçeyên girêdayî vekirina rêya M4 û êdî rê ketiya bin kontrola rejîmê belav kirin.

Qutkirina rê bi awayekî neyînî bandor li herêmê kir. Ev rê rêyek stratejîk û damara sereke ya veguhestinê di navber her du parêzgehan de tê hesibandin. Her wiha rojhilatê welêt bi bakurê wê ve girê dide. Bazirgan di vê rêyê re kelûpelan vediguhêzînin herêman.

ji vê sibehê ve nûçegihanên ajansa me û heta kêliya amadekirina vê raporê rêya M4 dişopînin. Nûçegihanên me destnîşan kirin ku rêya di navbera navçeya Til Temirê ya girêdayî parêzgeha Hesekê û bajarokê Eyn Îsayê yê girêdayî parêzgeha Reqayê de yê li ser rêya parêzgeha Helebê girtiye û tu wesayîtek tê re derbas nebûye.

Ajokarên ku rêya M4 bi kar dianîn destnîşan kirin ku ev rê nayê bikaranîn, tenê axaftinên çapemeniyê ne. Cotkaran rave kirin ku ew bi lihevkirinên ku jiyana wan dikin xeteriyê nerazîne.

Ebdulxenî Dawûd ajokarê erebeyekê ji cureya H100 e û ji şêniyên navçeya Til Temirê ye dibêje: "Me berê rê bi kar dianî û bi ewlehî diçûn Kobanê, Minbic, Reqa û Heleb. Lê piştî ku ket bin kontrola komên çekdar qut bû. Em li bendê ne rê dîsa ewle be û piştî çûyîn û hatine erebeiyên petrolê tu yê bizanibî ku rê vebûye."

Ji aliyê xwe ve ajokarê bi navê Ibrahîm Ehmed ê ji navçeya Zirganê destnîşan kir ku lihevkirin ne cidî ne û tenê çapemenî ne û wiha domand: "Tiştek nû girêdayî vê rêyê tune ye. Heta niha nehatiye vekirin. Vekirina rê û dûrketina çeteyan ji wê rêyê tenê di çarçoveya çapemeniyê de dimîne. Em ditirsin vê rêyê bi kar bînin. Heta niha tu erebeyek di vê rêyê re derbas nebûye."

Rêya navdewletî heta gundê Xîbiş li rojavayê navçeya Til Temirê ya girêdayî bajarê Hesekê derbas kiriye, rê nahatiye bikaranîn. Tevahiya erebeyan rêya El-Ebyed a di navber parêzgeha Hesekê û Reqayê de bi kar tînin û got: "Di dirêjahiya 4 saetên domdar de me tu erebeyek li ser vê rêyê nedît."

Di 11`ê Cotmehê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef li ser vê rêyê kirin hedef û bi awayekî hovane qetil kirin.

Dîmen: Nesrîn Elî

 (şx)

ANHA