Li Girkê Legê agir bi firneyekê ket

Ji ber pirsgirêkeke teknîkî agir bi firneya Zagroz a li navçeya Girkê Legê ket. Hêzên Hawarî û tîmên agirkujiyê jî agir vemirandin.

Li Girkê Legê agir bi firneyekê ket
12 kanûn, 2019   11:02
QAMIŞLO

Îro dema firneya Zagros a li navçeya Girkê Legê dixebitî ji ber pirsgirêkeke teknîkî agir bi yek alavên di firneyê de ket û di encama wê de agir li tevahî firneyê belav bû.

Tîmên agirkujiyê û Hêzên Hawarî yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundrîn berê xwe dan cihê bûyerê û agir vemirandin.

Li gorî yek ji xebatkarên di firneyê de ku zerarên madî gihîşt firneyê û tu kes ji xebatkaran birîndar nebû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ddENsssrxus" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>