Rojeva rojnameyên erebî - 12 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgera dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn û aloziya Îran û Amerîkayê kir.

Rojeva rojnameyên erebî - 12 Kanûn
12 kanûn, 2019   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

UKAZ: GIRÊ SPÎ LI SER RÊYA EFRÎNÊ YE… ENQERE RÛYÊ SÛRIYÊ DIGUHERÎNE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijarên girîng kir, ji wan guhertina demografiyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê.

Di vê derbarê de rojnameya Ukaz wiha nivîsand: "Ragihandina Tirkiyê ya ku dixwaze milyonek welatiyên Sûriyê li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê bi cih bike, tiştekî ne normal e ku li gel gelê Sûriyê hema wisa derbas bibe, bi taybet li Bakurê Sûriyê. Lê belê ev yek bi zanebûn tê kirin, wekî ku çawa li herêmê mîna Efrînê di sala 2018`an de çêbû."

Enqere li ser jinûve dîzaynkirina herêmê di aliyê siyasî, civakî û dîrokî de dixebite da ku rewşeke nû li ser sînorê başûrê Tirkiyê ku milyonek welatiyên Sûriyê ji pêkhateyên cuda li wir kom bûne, da ku wan bixin herêmê û demografiya herêmê biguherînin. Ev yek dema ku nêzî 500 hezar kes ji bajarê Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûne, tê kirin. Bi vê yekê Enqere dixwaze gelek mijarên ku pesnê dewletên Ewropayê bide, pêk bîne. Ya yekemîn ku dixwaze Ewropa bi hêz bike da ku koçberên Sûriyê li welatê wan vegerîne û bibêje hinek herêm hene operasyonên leşkerî li wan tune ne û dikarin ji wan re bibin cih. Bi vê yekê jî Ewropa jî destekê dide vê operasyonê, di heman demê de milyonek koçberên Sûriyê careke din bi cih bike.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha got: "Hewldanên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî tu helwestên Ewropî yan jî ji DYA`yê hevalbenda herî nêz ji QSD`ê re, nehat. Bêdengî der barê hewldanên Tirkiyê de ji bo bicihkina koçberan hebû. Ji ber vê yekê jî fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî got divê Washington û Moskov erka xwe pêk bînin da ku guhertina demografiyê li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, neyê kirin.

Tişta ku bala mirov dikişîne, ew e ku Tirkiyê zêdetirî carekê ji YE`yê xwest ku alîkariya wê di hembêzkirina zêdetirî 3,5 milyon penaberên Sûriyê de bike. Di 10`ê Mijdarê de Erdogan got welatê wî dê penaberên li gel xwe bişîne Ewropayê. Ji ber dewletên Ewropî got êrişê wê yên li ser Sûriyê dagirkerî ye.”

EL-EREB: ROLA POLÎSÊ NAVÎN TIRKIYÊ BER BI RÛXANDINÊ VE DIBE

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Siyaseta serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan, Enqere anî beramberî herêma erebî, Ewropa û DYA`yê ya dibe xwe neçar bibîne dev ji şêwaza heyî ya bi Tirkiyê re berde. Heta ku cezayên giran li ser wê ferz bike, wek helwestekê li dijî gefên wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku dê baregeha Încîrlîk bigire heger Kongreya Amerîkayê cezayan li ser welatê wî ferz bike."

ŞERQ EL-EWSET: AMERÎKA CEZAYÊN LI SER ÎRANÊ GIRAN DIKE Û BI HEMLEYA ZEXTAN VE GIRÊDAYÎ DIMÎNE

Der barê rewşa Îranê de jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Pompeo duh diyar kir ku welatê wî cezayên nû li ser 3 şîrketên Îranî û biyanî ku alîkariya hikumeta Îranê dikin da ku alîkariyên leşkerî ji Îranê ber bi Yemenê ve bibe, belavbûna çekên rûxandina giştî û avakirina toreyeke qaçaxkirina çekan, ferz kir.”

(bx)