Aşûrî: Êşa ku bapîrê me ji ber Osmaniyan kişandine, em naxwazin heman êşê bibînin

Yek ji pêkhateyên Aşûrî destnîşan kir ku osmaî û dewleta Tirk jiyana wan tev kirine koçberî. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk û DAIŞ`ê yek in û tekez kir ku ew tu carî warê xwe bernadin û zehmetiyên ku dapîrên wan kişandin ew jî dikşînin.

Aşûrî: Êşa ku bapîrê me ji ber Osmaniyan kişandine, em naxwazin heman êşê bibînin
12 kanûn, 2019   06:48
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Îliya Îşaya 65 salî ye û ji pêkhateya Aşûrî ye ku li gundê Omwexfen ê girêdayî navçeya Til Temir dijî. Malbata wî ji komkujiya dewleta Osmanî ji Culemergê neçarî koçberiyê hatine kirin ku destpêkê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Lê li wir jî rastî komkujiya Semelê hatin û berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê. 

Dema li ser rêya koçberiyê bûn bapîrê Îliya bi navê Îliya ji êşa koçberiyê li ser riya Mûsilê jiyana xwe ji dest dide û li Mûsilê tê veşartin. Navçeya mozaîk Til Temir êşa Îşaya jî hembêz kir û hişt ku bi hemû pêkhateyan re dubare ew êş neyê kişandin.  

‘BERPIRSÊN KOMKUJIYAN DEWLETA TIRK Û OSMANÎ NE’

Îliya Îşaya niha li gundê Omwexfên dijî û ji bo jiyana xwe van tiştan dibejê: “Jiyana me her bi koçberiyê derbas bû heya ku em li Rojavayê Kurdistanê bi cih bûn. Lê li vir jî dewleta Tirk a dagirker bela xwe ji me venake. Berpirsê koçberiya me dewleta Osmanî ku niha berdewama wê dewleta Tirk e. Dîsa dewleta Tirk dîrokê dubare dike û heger tu kes li dijî van êrîşan li ber xwe need, wê dubare wan komkujiya li ser me pêk bîne. Dewleta Tirk ne li ser hişê xwe ye. Bavê komkujiyan dewleta Tirk e ku hemû gelan koçber dike. Tu dewlet di vê zivistanê de gelê resên koçber dike? Ev neheqî û dijmirovahî ye. Jiyana me ya beriya êrîşan gelek xweş bû, em bi hemû pêkhateyan re bi hev re dijîn. Erdê xwe me bi hev re diçand, ne tenê bi gotinan, di her kêliya jiyanê de em bi hev re bûn.”

‘MIROV NIKARE LI DERVEYÎ AXA XWE BIJÎ’

Îşaya bal kişand ser beriya sala 2015’an ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li ser gel pêk anîn û got: “Beriya êrîşên DAIŞ’ê jiyana me aram bû. Heman şêwazên DAIŞ’ê dewleta Tirk dimeşînê û aramiya me dike hedef. DAIŞ û dewleta Tirk yek in, tenê nav û cilên wan tên guhertin lê heman hişmendî ye. Mirov li tu derê nikare bijî, ji derveyî axa xwe. Heger Erdogan min têxe qesra xwe jî, mala min ya biçûk û aram ji qesra wî baştir e. Em ne qesr ne jî dagirkeriyê dixwazin. Em axa xwe dixwazin.”  

Îşaya vê pirsa ku li me dike li hemû mirovahiyê jî dike û dibejê: “Rêxistinên mafên mirovan û NY û Heyva Sor ya Navneteweyî karê wan çi ye? Ew qas êrîşên dewleta Tirk dibînin û bê deng in. Heger mafên mirovan hebûna, wê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidîtana û bi erkên xwe rabûna. Ev axa ku tê dagirkirin wê kî hesabê wê bide? Kiryarên ku Erdogan û çeteyên wî pêk anîn tu kesî di cîhanê de pêk neaniye.” 

‘ÊŞA KOÇBERIYÊ LI DIJÎ DAXWAZA PÊŞIYÊN MIN BÛ ASTENG’

Îliya Îşaya behsa êşa pêşiyên xwe dike û wiha pê de diçe: “Bapîrên min bi koçberî jiyana xwe borand û di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest da, em naxwazin heman êşê dubare bikişînin. Bapîrên min ji welatê xwe gelekî hez dikir û her daxwaza wî bû ku li ser axa xwe jiyana xwe ji dest bide. Lê êşa koçberiyê li pêşiya wê daxwazê bû asteng. Em ji malên xwe dernakevin û vê carê jî koçber nabin. Em dixwazin li ser axa xwe bi cîranên xwe re bijîn. Kiryarên dewleta Tirk di vê demê de qirkirin e.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0MMqrH_YHRM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>