Helbestvana Kurd:Tenê dixwazim alîkariya koçberên ji Serêkaniyê bikim

Helbestvana Kurd Hena Dawûd di şahiya îmzekirina pirtûka xwe de got, ew ê pereyên firotina pirtûka xwe bide koçberên ji Serêkaniyê.

Helbestvana Kurd:Tenê dixwazim alîkariya koçberên ji Serêkaniyê bikim
Helbestvana Kurd:Tenê dixwazim alîkariya koçberên ji Serêkaniyê bikim
Helbestvana Kurd:Tenê dixwazim alîkariya koçberên ji Serêkaniyê bikim
Helbestvana Kurd:Tenê dixwazim alîkariya koçberên ji Serêkaniyê bikim
Helbestvana Kurd:Tenê dixwazim alîkariya koçberên ji Serêkaniyê bikim
6 kanûn, 2019   16:40
QAMIŞLO

Vê êvarê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kuristanê şahiya îmzekirina pirtûka helbestvana Kurd Hena Dawûd a bi sernavê"40 binketin û ez", li navenda yekîtiyê ya li taxa Siyahî ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Hejmarek ji helbestvanan, rewşenbîran, nivîskarên Kurd, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de helbestvan Hena Dawûd çend helbestên di pirtûka xwe ya bi navê"40 binketin û ez"xwendin.

Hena 1000 kopyên pirtûkê çapkirin û di şahiyê de got, ew ê pereyên firotina van pirtûkan bide koçberên ji Serêkaniyê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk ji malên xwe derketine.

Her wiha got, projeya min û hatina min tenê ji bo ez bikaribim alîkariya koçberên ji Serêkaniyê bikim heta ku bi tiştekî hindik be jî. Şahî bi îmzekirina pirtûka helbestvana Kurd bi dawî bû.

(eh)

ANHA