​​​​​​​QSD: Di roja 57’an de êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê dewam kir

QSD’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di roja 57’an de jî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kirine û di encamê de şervanekî wan birîndar bûye.

​​​​​​​QSD: Di roja 57’an de êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê dewam kir
5 kanûn, 2019   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên roja 57’emîn ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de agahî dan. QSD’ê destnîşan kir ku di roja 57’an de jî êrişan dewam kiriye û di encamê de şervanekî wan birîndar bûye.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

HESEKE

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser wê ve li derdora gundê Erbeîn êriş birin ser çeperên hêzên me û herêmên sîvîl.

EYN ÎSA

Komên çete li ser rêya M4 a navdewletî tevgera xwe ya dagirkeriyê domand. Her wiha êrişên bi çekên giran li ser gundewarên Tirwaziyê û Ûm Beramij pêk hatin. Artêşa dagirker her wiha bi çekên hewan û Grad êriş bir ser gundên Xirbit Faris, Kefîfa û Leqleqo. Tevgera balafirên bêmirov ên artêşa dagirker jî li ser seraserê herêmê berdwewam kir.

Di encama êrîşên artêşa dagirker ên bi çekên giran de hevalekî me birîndar bû.”