Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş

Ji parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê tê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tev li QSD‘ê dibe. Wîsam Heşîş sedema tevlêbûna xwe ya nava vê hêzê bi van gotinan dianî ziman: "Çawa parastina min û zarokên min dikin û ez di mal de me, ez ê jî hevalên xwe û zarokên wan biparêzim."

Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
Ji Derayê heta Serêkaniyê.. Şehîdê Berxwedana Rûmetê Wîsam Heşîş
30 mijdar, 2019   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED –AZAD SEFO

Wîsam Cîhad Heşîş ji gundê Ecemî yê girêdayî parêzgeha Derayê ye. Sala 1984‘an de çavê xwe li dinê vekir, heta asta seretayî xwendiniye. Bavê û birayekî wî di êrişeke hawayî ya rejîma Sûriyê ya li ser Derayê jiyana xwe ji dest dan û birayekî din ê wî di mejiyê xwe de astengdar e. Wîsam sala 2010‘an bi Fatima Xidir re dizewice û 4 zarokên wan hene (3 kur û keçek).

Şervanê QSD‘ê Wîsam di 12‘ê Cotmehê de di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê şehîd bû.

SERPÊHATİYA KOÇBERIYÊ

Wîsam ji destpêka aloziya Sûriyê ve koçî paytexta Şamê bû li wir di dawiya sala 2011‘an de bi Fatima Xirdir re dizewice. Bi dijwariya aloziyê li herêmên Sûriyê, Wîsam tê herêmên Bakurê Sûriyê û li gundê Cabiriyê yê rojavayê navçeya Amûdê bi cih dibe û di karên înşatan de dixebite.

Wîsam Heşîş destpêka sala 2019‘an tev li refên QSD‘ê dibe. Di nava QSD‘ê perwerdeyên leşkerî yên li ser çekên sivik û giran dibîne, piştre tev li Hêzên Taybet ên QSD‘ê dibe.

Hevalê malbata Wîsam, Mihemd Xidir li ser kesayet û jiyana şehîd Wîsam wiha têne ziman: "Şehîd Wîsam ji bo min heval û wekî birayê mezin bû. Ji beriya 7 salan ve me hev nas kir û me demên dirêj bi hev re derbas kir. Ji her kesî re rêz digirt û her li beramberî wî rêzdar bû."

BI QSD‘Ê VE TÊ GIRÊDAN

Mihemed dibêje ku şehîd Wîsam ji ber aloziya li herêmê bi bandor dibû, bi taybet rûdanên li Derayê. Mihemed diyar kir ku Wîsam bi QSD‘ê û cilên wê ve girêdayî bû ji ber dizanî tekane hêze dikare xak û rûmetê diparêze, gotina ku gelek caran dûbare dikir ev bû "Çawa min û zarokên di mal de me diparêzin, ez ê jî hevalên xwe û zarokan wan biparêzim."

Şehîd Wîsam her tim xemgîniya xwe vedişart, nedixwest kes bi êşa di hundirê wî de bihese, her tim bi birayê xwe yê astengdar û dayîka xwe yên li Şamê diman difikrî, lê ji ber rewşa wan a jiyanî ya nebaş nedikarî wan bi xwe re bîne herêmê.

Mihemed Xidir hevalê şehîd Wîsam destnîşan kir ku ji ber îradeya şehîd Wîsam ya xurt a beşdarbûna şer û jiyana rojane di her aliyan de ji aliyê heval û fermandaran ve dihat hezkirin.

Mihemed Xidir axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bi şehadeta Wîsam serbilind in, em tu carî wî ji bîr nakin ji ber ku heval û bira bû. Li her cihê ku lê maye bêhn û bîranîna Wîsan heye. Em ê xeta wî bidomînin heta xeyalên wî û yên şehîdan pêk bînin."

Cîranê şehîd Wîsam wiha têne ziman "Taybetmendî û sîfatên wî pir baş bûn, bi QSD‘ê ve girêdayî bû, dilnizim bû û li ser rêya rast bû. Ti sîfatên wî tinebûn ku kesek jê aciz be. Em dikarin bêjin ku şehîd rêya me ya ber bi serkeftinê ve ne."

SEDEMA TEVLÎBÛNÊ

Fatima Xidir sedema tevlêbûna Wîsam a nava QSD‘ê wiha tîne ziman "Rojek beriya ku tev li QSD‘ê bibe ji min re got, ‘ji bilî min di bin baranê de şehîd dibin, ez di mala xwe de serxweş bim qebûl nakin, erka min jî tev li eniyên parastinê bibin, li ser vê yekê min biryar da tev li QSD‘ê bibim‘. Di roja din de çû navçeya Amûdê û fermî tev li QSD‘ê bû."

Fatima diyar kir ku piştî tevlêbûna wî ya nava QSD‘ê gelek hat guhertin, her tim dixwest bi hevalên xwe yên di nava hêzên leşkerî de çek rake û beşdarî rizgarkirina herêman ji terorê bibe.

Hevjîna wî wiha didomîne "Beriya tev li QSD‘ê bibe rewşa malbatê ne baş bû, sar bû, lê piştî tevlêbûnê gelek hate guhertin, pir dilnizim bû, bi malbat û hevalên xwe re gelek hate girêdan û pirsa wan dikirin û wan serdan dikirin. Belê rêya şehadetê şopand, min dizanî ku dê rojekê şansê min ev be."

BEŞDARBÛNA NAVA HÊZÊN TAYBET

Wîsam, tevlêbûna nava Hêzên Taybet û Destwerdana Lezgîn a QSD‘ê hilbijartin, di eniyan de her tim li pêş bû û dixwest cihê xwe di hemû pêngavên rizgarkirinê bigire û li dijî dijmin rû bi rû şer bike. Li ser vê yekê hevjîna wî Fatima Xidir dibêje: "Hevjînê min leheg şehîd bû, ez dijîm ji bo zarokên xwe fêr bikin ew in hêza min. Heta neha dema dengê telefonê tê zarokên min lez dikin û pirsa bavê xwe dikin, hertim hewl didin piştî şehadeta bavê wan palpişta wan bim."

Li ser wesyta şehîd, Fatima dibêje "Tekane wesyeta Wîsam ew e bû zarokan fêr bikin û perwerde bikin. Cara dawî beriya ji mal derkeve derket îsrar kir û dûbare kir ku zarok xwendina xwe temam bikin, wekî ku dizanî dîsa venagere malê."

Hevjîna şehîd Wîsam di dawiya axaftina xwe de dibêje, Wîsam li xerîbiyê jiya û li xerîbiyê şehîd bû "Ji hemû hevalên wî re serkeftin be. Ez û zarokên xwe li ser xeta wî bin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Wîsam Heşîş

Nasnav: Esed Heşîş

Navê Dayikê: Sîham

Navê Bav : Cîhad

Dîroka Jidayikbûnê: Dera

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê 12‘ê Cotmeha 2019‘an

(bb/bm)

ANHA