Şêniyên Şedadê: Wê berxwedana me bidome

Şêniyên navçeya Şedadê diyar kirin ku ew ê rêya berxwedanê bidomînin û çeteyê herî dawî yê dagirkeriya Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixîn in. Şêniyan tekez kirin ew dest ji pirensîpa biratiya gelan û serkirdayetiya QSD`ê ya leşkerî bernadin.

Şêniyên Şedadê: Wê berxwedana me bidome
30 mijdar, 2019   06:37
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta niha êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, di encamê de sûcên mezin derheqê pêkhateyên herêmê de pêk anîn, 478 sivîl şehîd bûn piraniya wan jin û zarokin û 300 hezar sivîl zêdetir koçber bûn.

Mihemed El-Cûmaa ku ji Navçeya Şedadê ye, da xuyakirin ku bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî sûcên şer û qirkirina ku dagirkeriya dewleta Tirk der heqê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, nîşan dide ku ew jî hevkarê van êrîşan dikin.

El-Cumaa wiha got: "Divê em pişta xwe bidin ciwanên eşîran, pêkhateyên herêmê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku îradeya gelê me yê parastina maf û destekeftiyên wê ye, emê heta dawiyê li ser vê rêyê dewam bikin."

El-Cumaa her wiha da xuyakirin ku Dewleta Tirk di şerê xwe de tevahiya çekên giran û yên qedexekirî bika anîn, ji ber wê şênî koçber bûn û tirs kirin dilê wan da ku venegerin ser mal û milkên xwe, bi vê yekê jî guhertina demografî li herêmê pêk tîne.

Malik Siûd ku ji Şedadê ye têkildarî mijarê got: "Îradeya berxwedanê di dilê me de pir bihêze, em ê rêya şehîdên Serêkaniyê û Girê Spî bidomîn in, ne Tirkiyê û ne yên din nikarin me ji vê rêyê paşve bide."

Casim El-Xidêr jî bang li gelên herêmê kir, bibin yek û li kêleka QSD`ê li dijî dagirkeriyê bisekinin û parastina destkeftiyan bikin, nehêlin fîtne û tevlihevî derkeve û aramî û ewlehiya herêmê biparêzin.

(rr/bm)

ANHA