Di nava 15 mehan de 2 caran hate koçberkirin

"Ez ê çawa vegerim gundê xwe yê ku ji aliyê Osmanî, DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve hatiye dagirkirin. Di nava kêmî 15 mehan de 2 caran hatim koçberkirin" bi van gotinan koçberê Efrînî Sebrî Şêxo yê 51 salî serpêhatiye xwe ya koçberiyê vedibêje.

Di nava 15 mehan de 2 caran hate koçberkirin
30 mijdar, 2019   05:35
REQA –HEMED EL-MUSTEFA

Hacî Sebrî Şêxo bi dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve koçberî bajarê Girê Spî bû û li gel mala xuşka xwe Fatima dima.

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 9‘ê Cotmehê destpê kir de kurê wî yê 23 salî winda bûye û heta niha tu agahî ji wî negirtiye.

Di roja sêyemîn a êrişan de apê Sebrî ji ber êrişên dijwar li gel malbata xwe ji Girê Spî derdikeve. Têkildarî êrişên dagirkeriya yên li ser Girê Spî û rewşa sivîlan wiha tîne ziman "Mîna roja qiyametê bû, çi bû? Em vê carê bi ku ve biçin? Ma qey çavê wan bar nabe em kêliyekê bi aram bijîn, hîna em baş bi aram nebûn? Topan her dever bombe dikir, balafir li ser esman digeriyan, mîna şerekî cîhanê bû."

Hacî Sebrî Şêxo bi zimanekî tije êş der barê çarenûsa kurê xwe de dibêje: "Mizgeftên di hundirê Tirkiyê de ji çeteyan re bûne fetwe, ku her kurdekî bibînin înfaz bikin, dilê min li ser kurê min ê windayî ye."

SEDEMÊN KOÇBERIYÊ YEK E

Sebrî du cara êşa koçberiyê kişandiye, cara yekem li Efrînê jî bi destê dagirkeriya Tirkiyê bû û vî tiştî tîne ziman "Erdogan çi ji me dixwaze, gunehê me çi ye em di nava  15 mehan du caran werin koçberkirin."

Piştî Hecî Sebrî û malbata xwe ji Efrînê têne koçberkirin, li kampa Mehmûdelî yê nêzî bajarê Tebqayê û rojavayê Reqayê bi cih dibe û wiha didomîne "Erdogan bi navê şaxê zeyûtanê operasyona dagirkirina Efrînê destpê kir, lê şaxên zeytûnan jî ji terora wî nefilitî, niha bi navê kaniya aştiyê operasyona dagiarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kirin, ya ku ken û giriyê mirov tîne îdiayên Erdogan e belav dike ye ku bû sedema koçberkirina zêdeyî 300 hezar sivîlî"

Hecî Şêxo ya malbata wî ji 3 kur û 2 keçan pê tê. Şêxo dibêje ew venagere Efrînê madem hatiye dagirkirin, her wiha diyar kir ku bax û baxçeyên wî ji dest wî çûn û heta niha ti agahî li ser kurê xwe negirtiye.

Hacî Sebrî Şêxo di dawiya axaftina xwe de baweriya xwe bi rizgarkirina Efrînê têne tîne ziman û dibêje "Efrîn wê rizgar bibe, ez ê vegerim nav baxçeyên xwe, parka mala xwe av bidin a ku zêdeyî 25 salan di nav de qedaniye û ked daye."

(bb/bm)

ANHA