ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30. 11. 2019‘AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30. 11. 2019‘AN
30 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Têkildarî tundiya li dijî jinan, hevjînên şehîdan ên Qamişlo, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa daxuyaniyê didin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Til Hemîs û Meclisa Bajarê Qamişlo rêveberên PYD‘ê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) û hevalên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl bi du civînên cûda bi bîr tînin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Şedadê diyar kirin ku ew ê rêya berxwedanê bidomînin û çeteyê herî dawî yê dagirkeriya Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixîn in. Şêniyan tekez kirin ew dest ji pirensîpa biratiya gelan û serkirdayetiya QSD`ê ya leşkerî bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê tê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tev li QSD‘ê dibe. Wîsam Heşîş sedema tevlêbûna xwe ya nava vê hêzê bi van gotinan dianî ziman: "Çawa parastina min û zarokên min dikin û ez di mal de me, ez ê jî hevalên xwe ûzarokên wan biparêzim." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji bo pirsgirêkên şerê navxweyî yê Sûriyê hevdîtinên ku di sala 2012’an de li Cinêvê dest pê kir, hîna jî negihaştin tu encaman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebûd Mexso destnîşan kir ku divê yekîtiyên çandî yên rewşenbîr û nivîskarên Kurd ji bo yekrêziya kurdî kedên mezin bidin û got: “Ger em refên xwe nekin yek, dêrok rehmê nake.``  (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-"Ez ê çawa vegerim gundê xwe yê ku ji aliyê Osmanî, DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve hatiye dagirkirin. Di nava kêmî 15 mehan de 2 caran hatim koçberkirin" bi van gotinan koçberê Efrînî Sebrî Şêxo yê 51 salî serpêhatiye xwe ya koçberiyê vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberan diyar kirin ku tevî şert û mercên zehmet ên di kampê de û bêdengiya rêxistinên alîkariyan li hemberî koçberan, ewê li ber xwe bidin û li benda vegera herêma Serêkaniyê ya hatiye dagirkirin bimîn in û venagerin cihê dagirkerî û çete lê hebin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA