Malbatên şehîdan: Em ê rêça şehîd Şîlan Kobanê bişopînin

Meclisa Mabatên Şehîdan a navçeya Til Hemîs a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku di têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker heta rizgarkirina tevahî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam in û diyar kir ku dê rêça şehîd Şîlan Kobanê heta serketina mezin û têkbirina terorê li xaka wan, bişopînin.

Malbatên şehîdan: Em ê rêça şehîd Şîlan Kobanê bişopînin
Malbatên şehîdan: Em ê rêça şehîd Şîlan Kobanê bişopînin
29 mijdar, 2019   12:42
NVAENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 15’emîn a şehadeta têkoşer Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) ya endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevrêyên wê; Zekerî, Ciwan, Fûad û Cemîl e. Bi vê boneyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî li goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê ji hêla hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El-Ebawî ve bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan hat xwendin û tevî wê malbatan wêneyên şehîdên ku di berxwedana li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker li ser bajar û herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê de şehîd bûbûn, hildan.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê wiha ye:

"Destpêkê em bejna xwe li hember rûmeta mezintirîn şehîdên ku canê xwe di oxira jiyana azad û rûmet de dane, ditewînin û di şexsê şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê de di salvegera 15’emîn a şehadeta wan de wek Meclisa Malbatên Şehîdan ji tevahî cîhanê re dibêjin ku em li ser rêça wan lehengan berdewam in.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke şer û êrişa faşîst a dagirkeriya Osmanî û çeteyên wê li ser xaka me ya bi armanca avakirina careke dîtir a Osmaniyan de dijîn û dev ji keda şehîdên xwe ya pîroz bernadin.

Dê bi rêç û felsefeya neteweya demokratîk ve bê dudilî û westan girêdayî bin û dê metoda rêya têkoşînê heta têkbirina dagirkeriya li ser xaka me, pêk bînin. Her wiha jî dê der barê dayîna şehîdan de da ku azadiyê careke dîtir pêk bînin, comerd bin. Bi boneya salvegera şehadeta Şîlan Kobanê ya ku ji bo pêkanîna felsefeya neteweya deomkratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê koşiye, dê bi wê felsefeyê heta pêkanîna serkeftina mezin û têkbirina terorê li ser xaka me re bin."

Daxuyanî bi dirûşmên malbatên şehîdan a silavkirina şehîd û bîranînên wan bi dawî bû.

(fr)

ANHA