Şandeyeke Rûsî serdana meclisa navçeya Eyn Îsayê kir

Îro şandeyek ji Wezareta Derve ya Rûsya serdana navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî kir û bi rêveberiyên wê re civiya, da ku rewşa xizmetguzeriyê û binesaziya navçeyê bişopîne.

Şandeyeke Rûsî serdana meclisa navçeya Eyn Îsayê kir
Şandeyeke Rûsî serdana meclisa navçeya Eyn Îsayê kir
28 mijdar, 2019   14:48
GIRÊ SPÎ

Şandeya Rûsî ku ji 3 kesan pêk hat, bi serokatiya meclisa navçeya Eyn Îsayê re civiya, herdu aliyan mijarên xizmetguzeriyê û planên pêşxistin û avakirina binesaziya li navçeyê mîna dibistanan û nexweşxaneyan ku ji ber şerê li herêmê rû da zirar bûn, nîqaş kirin.

Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtî bû, hevserokê meclisa navçeya Eyn Îsayê Mistefa Mihemed ji ajansa me re wiha got: "Me sererastkirina binesaziya nexweşxaneyan û dibistanên ku ji ber şeran zirar dîtin, nîqaş kirin."

Mihemed diyar kir ku wan daxwaz ji şandeya Rûsî kir ku alîkariya wan di rawestandina êrişa Tirkiyê û çeteyên wê de bikin û wan dûrî Eyn Îsayê bixin, da ku pêla koçberiyê raweste.

Mistefa Mihemed got ku şandeya Rûsî ji wan re teqez kiriye ku ew ê daxwazên wan bigihînin fermandarên leşkerî yên Rûsya, her wiha texmîn kir ku serdanên şandeyên Rûsya li herêmê bidomin.

Hêjayî gotinê ye ku ev şandeya duyemîn a Rûsya li herêmê ye, ku beriya du rojan şandeya Rûsya serdana bajarê Kobanê kir û bi Rêveberiya Xweser a Kobanê û Girê Spî re civiya.

(jo)

ANHA