Li gundewarê Girê Spî 6 dagirker hatin kuştin, rejîmê li Şergirakê pêş de diçe

QSD‘ê bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Girê Spî dan. 6 dagirker hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Li gundewarê Girê Spî 6 dagirker hatin kuştin, rejîmê li Şergirakê pêş de diçe
28 mijdar, 2019   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera tankên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh li derdora kampa Eyn Îsayê zêde bûn û ti êriş pêk nehatin, piştre paşde vekiriye. Di heman demê de hêzên Rûsî û dagirkeriya Tirk li depoya genim a gundê Alya hevdîtin pêk anîn. Der barê encamên hevdîtinê ti agahî nehatin girtin.

Li gorî agahiyan, hêzên rejîma Sûriyê li aliyê depoya gundê Şergirakê pêş de çû û gihişt rêya navdewletî ya 500 m di navbera wê û dagikerî û çeteyên Tirkiyê de, bêyî ku di navbera wan de şer derkeve.

Piştî bêdengiyê gundê Dibis ê Eyn Îsayê careke din ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi hawnan hate topbarankirin.

Li eniyên gundewarê Girê Spî, artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Kor Elî û Setanî û Kefîfa kirin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD‘ê 4 leşkerên Tirk û 2 çete hatin kşutin û 11 çeteyên dagirkeriyê birîndar bûn.

Li hemû eniyan rewş bêdeng e.

ANHA