Li Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re hat xwestin

Şêniyên bajarê Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê re, li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê bajêr xwest.

Li Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re hat xwestin
Li Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re hat xwestin
Li Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re hat xwestin
Li Kobanê sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re hat xwestin
28 mijdar, 2019   12:48
KOBANÊ

Ji bo sersaxiyê ji malbatên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê re bixwazin, bi dehan şêniyên bajarê Kobanê û bajarokê Sirînê beşdarî merasîma sersaxiyê ya li Goristana Şehîd Dîcle bûn.

Hevserokê  Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê Farûq El-Meşî di merasîmê de axivî û diyar kir ku şer li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ferzkirin û ew jî neçar man ku li ber xwe bidin. El-Meşî bang li şêniyên herêmê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin yek.

El-Meşî di dewama axaftina xwe de wiha got: "Bi serbilindî me parastina herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê kir. Niha jî Erdogan bi rêya êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide vê rêxistina terorîst ji nû ve vejîne."

Endama Rêveberiya Kongreya Star Semîre Ehmed jî diyar kir ku zarokên hemû pêkhateyan ji bo parastina xaka xwe, şehîd bûn. Semîre bi domdarî wiha got: "Ji ber fedakariyên ku me kirine, em ne poşman in. Ji bo rizgarkirina gel û xaka xwe çi ji destê me were, em ê bê teredûd bikin."

Şehîdên ku di êrişên çeteyên dewleta Tirk de li Eyn Îsa şehîd bûne û konê sersaxiyê ji bo wan hatiye vedan, ev in: Ehmed Mislim (Jiyan Kobanê), Mislim Omer (Şiyar Kobanê), Mehmûd Ibrahîm (Mehmûd Kobanê) û Ehmed Kerez (Ehmed Sirîn).

Merasîma sersaxiyê li Goristana Şehîd Dîcle heta saetên êvarê dê berdewam dike.

ANHA