Li Tebqa û Reqayê çalakiyên "Wefadariya bi şehîdan û giyanê berxwedanê re"

Bi silogana `` Ji ruhê şehîdên Bakur û Rojhilayê Sûriyê û ji ruhê berxwedanê re silavên wefadariyê``, li bajarê Tebqa û Reqayê du çalakiyên çandî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de şano hatin pêşkêşkirin û tabloyên şêwekariyê hatin pêşandan.

26 mijdar, 2019   17:08
TEBQA

Komîteya Çand û Huner a Tebqa û Komîteya Çand û Şûnwaran a Reqayê bi sponseriya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa û Meclîsa Sivîl a Reqayê du çalakiyên çandî li Tebqa û Reqa, lidar xistin.

Li bajarê Reqayê li parka El-Reşîd a navenda bajêr duh û li parka Navenda Çandê ya Tebqayê îro, şano hatin pêşkêşkirin. Di şanoyê de hovîtiya êrişên dewleta Tirk û çateyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre li herêmên hatine dagirkirin hatin nîşandan.

Di tabloyên şêwekariyê yên hatin daliqandin de, êş û azarên koçberên ji ber êriş û topbaranên dewleta Tirk û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne û bi zarok û jinan ve mal û warên xwe terik kirine, hatin nîşan dan.

Di herdu çalakiyan a li bajarê Reqa û bajarê Tebqa, navenda Çand û huner a Reqayê şanogeriyek bi navê `` El-Tofan El-Qadim`` hate pêşkêşkirin, navenda Çand û Huner a Tebqa jî şanoyek bi navê `` Berxwedan Jiyane`` pêşkê kir. di tabloyên şanogeriyê de terorê dewleta Tirk û sûcên wê yên qirêj bi hevkariya çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin nîşandan. Her wiha tîşk xistin ser Berxwedana Rûmetê ya Hêzên Sûriya Demokratîk a li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El- Nusre.

Hêjayî bibîrxistinê ye, herdu çalakî bi beşdariyeke mezin a şêniyên Tebqa û Reqayê, her wiha ji saziyên cûda yên sivîl û leşkeriyên beşdar bibûn, bi rêve çû.

(rr)

ANHA