QSD’ê encamên şer û berxwedana roja 48’an eşkere kirin

QSD’ê ragihand ku di roja 48’emîn de jî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kirine û di encama êrişan de 2 şervanên wan birîndar bûne.

QSD’ê encamên şer û berxwedana roja 48’an eşkere kirin
26 mijdar, 2019   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandiyê ya QSD’ê encamên şer û berxwedana roja 48’emîn li Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyandin. QSD’ê diyar kir ku di roja 48’emîn de jî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam kirin û di encama bombebarana bi balafirên bêmirov de 2 şervanên wan birîndar bûn.

Berfirehiya daxuyaniya QSD’ê wiha ye :

“Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û çekên giran, tevgera xwe ya dagirkeriyê li seranserê xeta eniyê domand û êriş bir ser gelek herêman.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker bi balafirên bêmirov gundên Tewila, Ûm El-Xêr û herêma di navbera gundên Salihiyê û Erîşa de bombebaran kirin. Her wiha komên çete li heman herêman tevgera xwe ya dagirkeriyê domand û bi çekên giran êriş birin ser gelek herêman.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker û komên çete bi seyareyên zirxî û çekên giran êriş birin ser Xalidiyê, Mesûdiyê û Bîr Îsa û hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin. Li hinek qadan komên çete bi çekên giran êriş bir ser çeperên hêzên me û hêzên artêşa Sûriyê. Artêşa dagirker, bi balafirên bêmirov herêma Xirbit Beqera bombebaran kir.

Di encama êrişên artêşa dagirker a bi balafirên bêmirov de 2 hevalên me birîndar bûn.”

ANHA