13 leşkerên Fransayê di qezaya helîkopterê de mirin

Serokatiya Fransayê ragihand ku 13 leşkerên Fransayê li Maliyê di qezayeke helîkopterê de jiyana xwe ji dest da.

13 leşkerên Fransayê di qezaya helîkopterê de mirin
26 mijdar, 2019   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera BBC ji daxuyaniya ofîsa Serokatiya Fransayê ragihand ku 13 leşkerên Fransayê di qezaya helîkopterê de, dema çalakiya li dijî radîkalên li Maliyê ya li rojavayê Afrîkayê de, jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de, serokê Fransa Emmanuel Macron xemgîniya xwe der barê bûyerê de anî ziman û sersaxî ji malbatên leşkeran re xwest.

(jo)